WAN – Yekîneyên YCWK Wan di daxuyaniyek nivîskî de ragihandin ku wan li taxên Yalımerez û Demîryoluyê li dijî bikarhênerên madeyên hişber çalakiyek pêk anîne.
Daxuyaniya tevahî wiha ye:
Çalakî ji Yekîneyên me yên YCWK Wan
Yekîneyên me yên YCWK Wan li taxên Yalımerez û Demîryoluyê li dijî bikarhênerên madeyên hişber çalakiyek pêk anîn.
Yekîneyên me li hewşa dibistanê ya li taxa Yalımerezê bi fîşekên hewayî li dijî bikarhênerên madeyên hişber çalakî li dar xistin û li taxa Demîryoluyê pankartek li dijî madeyên hişber nîşan dan.
Wekî YCWK, em bang li hemû ciwanên welatparêz û gelê xwe dikin ku li dijî van pêkanînên şerê taybet hişyar bin û di nav refên YCWKê de xwe birêxistin bikin. Em ê rê nedin ku torên madeyên hişber ciwanên me jehrî bikin.



