HANNOVER – Li Hannoverê Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li kolanên herî qerebalix ji bo Meşa Kolnê ya 8ê Mijdarê afîş daliqandin û belavok belav kirin. Ciwanên TCŞ bang li ciwan û gelê Kurdistanê kirin ku beşdarî meşê bibin.
Derbarê banga meşa mezin a li Kolnê de, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Fedakar Sêwerekwiha wiha got:
“Wekî Ciwanên Apoyî ên Hannoverê, em gelê xwe û dostên xwe ji çar aliyên Ewropayê ji bo Meşa Mezin Kolnê ya 8ê Mijdarê vedixwînin . Armanca vê meşê ew e ku azadiya fîzîkî ya Rêber APO were misogerkirin, û bi heyecana hêviya hevdîtina bi Rêber APO re di Cejna Newroza li Amed de, em hemû gelê xwe û dostên xwe vedixwînin vê meşa girîng.
Werin em hemû bi hev re ji bo azadiyê bimeşin. Wekî ku Rêber APO got, ‘Di sosyalîzmê de israr, di mirovbûnê de israr e.'”


