DORTMUND– Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Dortmund (Almanya) şahiyek ciwanan organîze kirin. Di bername de de banga beşdarbûna meşa ku dê li Kolnê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO were lidarxistin, hat kirin.
Bi dehan ciwan ji bajarên Koln, Essen, Dortmund, Münster, Bochum, Wuppertal û Düsseldorf ên eyaleta NRW’ê tevlî şahî bûn.
Di axaftinek di bername şahiye de bal ser pêvajoya “Civaka Aştî û Demokratîk” a ku ji hêla Rêber APO ve hatiye destpêkirin, hat kişandin. Her wiha rola pêşeng a ciwanan di serkeftina wê pêvajoya de hat destnîşankirin.
Di axaftine de ku li ser navê Meclîsa Gel a Dortmundê hat dayîn, rola sereke ya ciwan û jinan di qonaxa guhertin û veguherîna Tevgera Azadiyê de hat nirxandin. Hat gotin ku divê ciwan di seferberkirina civakê bi ramanên nû û xurtkirina têkoşînê de roleke çalak bilîzin.
Axaftin bi banga Meşa Mezin a Kolnê ku di 8ê Mijdarê de li Koln a Almanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO were lidarxistin bi dawî bû.
Piştî axaftinan, pîrozbahî bi hunermendên herêmî dest pê kir. Ciwanan, ku pîrozbahiyên xwe bi Govendan re berdewam kirin, pir caran dirûşmeyên wekî “Bijî Serok APO” û “Jin Jiyan Azadî” qîr kirin.
Piştî çalakiyê, ciwan derketin kolanan ji bo ku belavokan ji bo banga Meşa Mezin a Kolnê belav bikin.


