HESEKÊ – Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê Meclisa Ciwanan a PYD’ê semînerek derbarê hişyarkirina ji xetereyên madyên hişbirê da.
Semînerek bi dirûşmeyê “Têkoşîna li dijî hişbirê” hat organîze kirin û endam û rêveberên saziyên civaka sivîl û ciwan amade bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtinê, hevserokê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Hişbir a Şedadê Mihemed Ebdulhelîm girîngiya xweparastina ji hişbirê vegot û diyar kir ku ji bo rêgirtina li pêşberî belavbûna madeyên hişbir xebateke hevpar ji aliyê şêniyan jî ve pêwîst dike.
Ebdulhelîm got: “Têkoşîna li dijî hişbirê ne tenê berpirsyariya saziyekê ye, lê berpirsyariya her kesî ye. Ji bo parastina ciwanên me û siberoja civaka me divê her kes hişyar û tevkar be.”
Beşdaran jî diyar kir ku divê bi rêya komîn, dibistan, zanîngeh û hêzên têkoşîna li dijî hişbirê bernameyeke hişyarkirina ji hişbirê were danîn.
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser hişbirê û çawaniya rêgirtina li ber wê hat temaşekirin.



