STENBOL – Yekîneya YCWK Stenbolê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan di salvegera şehadeta Şehîd Rojger Hêlîn û Şehîd Asya Elî de bernameyek bîranînê li dar xistin.
Daxuyanî wiha ye:
“Yekîneyên me yên YCWK Stenbolê li navçeya Beyoğluyê di salvegera şehadeta wan de ji bo Şehîd Rojger Hêlîn û Şehîd Asya Elî bernameyek bîranînê li dar xistin.
Fedaibûyin, wekî Şehîd Zinar Raperîn gotî, ‘bersivdayîna her kêliyê jiyanê ye.’” Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn, bi jiyan û pratîkên xwe, mînakên herî berbiçav ên vê rastiyê ne.
Li ser vê bingehê, em soza xwe ya şopandina şehîdên qehreman dubare dikin; di şexsê Şehîd Asya Elî û Şehîd Rojger Hêlîn de, em hemî şehîdên şoreşê bi rêz û spasdarî bi bîr tînin.
Şehîd Namirin
Bijî Rêber APO



