REQA- Şahiya 8’emîn a salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê, bi beşdariya hezaran xelkê kantonê, nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî yên Reqa û Tebqayê, hevserokên Meclisa Rêveber, Meclisa Gelan a Demokratîk a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin.
Şahî, bi tûraneke leşkerî ji hêla şervanên QSDˊê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir. Dûre nûnerên ji saziyên sivîl û leşkerî peyman dan. Di peyaman de rola QSDˊê û hevgirtina pêkhateyên herêmê ji bo rizgarkirina Reqayê û bicihanîna projeya mirovî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat silavkirin.
Piştî axaftinan, komên hunerî, çandî û stranan hunerên xwe pêşkêş kirin. Di hunerên koman de ruhê berxwedanê û fedakarî derket pêş.
Di dawiya şahiyê de, Meclisa Rêveber a kantona Reqayê, ji bo qîmetdayîna rola aliyên wekî QSDˋê, Desteya Malbatên Şehîdan-Gazî-Dîlgirtiyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Şaredariya Gel a Reqayê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, di parastina civakê û pêşxistina nirxên azadî û rûmetê de, mertalên rûmetê dan wan.


