REQA – Li bajarê Reqayê bi hezaran şênî li dijî komploya 9’ê Cotmehê 1998’an li dijî Rêber Apo daketin qadan.
Meş li ber nexweşxaneya leşkerî dest pê kir û heya Qada Jinê berdewam bû. Alên Rêber Apo hatin hildan û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bi can, bi xwîn, em bi te re ne, ey Serok” hatin berzkirin.
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger jî pankartekî 25 parçe yê Rêber Apo hildan û pêşengtiya meşê kirin.
Li Qada Jinê endamên rêxistinên civakî axivîn û helwestê xwe li beramberî komploya navnetewî nîşan dan. Her wiha, daxwaza xwe ya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anîn ser ziman.



