HELEB – Li Taxa Eşrefiyê komxebatêk ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di bin dirûşma “Xwedîderketina li axa welat, rûmet e” hat organîzekirin.
Di Komxebata de ciwanên ji partiyên siyasî, hêzên ewleya Hundirîn û Saziyên Civaka Sivîl ên Helebê beşdar bûn. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan, berdevkê Meclisa Ciwanan a PYD`ê Sebrî Rûs girîngiya parastina çand û axa xwe û bicihanîna erkên ciwanan anî ziman.
Piştre nameya Rêber APO ya ji bo ciwanan hate xwendin.
Komxebat bi nîqaşên di navbera ciwanan û beşdaren komxebatê berdewam kir.



