REQA – Bi înîsiyatîfa Encûmena Werzîşê ya Reqayê ya Desteya Ciwan û Werzîşê, pêşbirkekî hespên bi dirûşmeya “Bi hêvî û baweriya şehîdan, em ê aştiyê ji bo civakeke demokratîk û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin” hat li darxistin.
Bi dehan kesan pêşbîrk temaşe kir. Siwarên ji Reqa, Dêrazorê, Hesekê, Menbîç û Hemayê beşdar bûn. Di pêşbirkê de 8 dewre li mesafeyên cuda hatin kirin.



