ÊLIH – Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) Êlihê ji bo fermandarên pêşeng ên ciwanan Şehîd Rohat Rover û Şehîd Çiya Rizgar bernameya bîranînê li dar xist.
Daxuyaniya YCWK’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
“Parastina rastiya şehîdan tenê bi pêkanîna xewn û armancên wan mimkun e. Çawa ku Şehîd Rohat ber bi heqîqet ve meşiya, em jî bi şopandina riya Rêbertî berpirsiyar in ku vê rastiyê pêk bînin.
Li ser vê bingehê, wekî Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê, em dubare dikin ku em ê mîrateya şehîdan li her derê û di her qada têkoşînê de biparêzin. Em hemû şehîdên şoreşê, di şexsê Şehîd Rohat Rover, Şehîd Çiya Rizgar û Şehîd Bêrîtan Amed de, bi rêzdarî bi bîr tînin.”


