HELEBÊ – Meclisa Ciwanan a Bajarê Helebê bi dirûşma “Bi sosyalîzmê em ê edaletê bi dest bixin… bi azadiyê em ê rûmetê biparêzin” panelek li hola Cezîre ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist.
Endam û nûnerên ciwanan ên partiyan û saziyên sivîl tev li panelê bûn.
Ciwanan der barê azadiyê û sosyalîzmê de, çawa dikarin her du têgehan di nava civakên pişaftî de, bi dest bixin, nêrînên xwe parve kirin.
Ciwanan li hev kir ku azadî û sosyalîzm, têgehên kûr in û gelek cureyên wê hene, zikmakî ne û di nava kokên mirov û civaka xwezayî de şax dane, lê piştî derketina modernîteya kapîtalîst wateyên wê hatin berovajîkirin.
Ciwanan destnîşan kir ku wateyên rastîn ên her du têgehan di raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û kesayeta wî ya azad de ne, Rêbertî kûrahiya wan a dîrokî û girîngiya her du têgehan di avakirina civakeke siyasî ya ekoloj de şîrove kir.
“Menîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk” rojeva panelê bû û ciwanan beşên wê yên ku sosyalîzma netewdewletê û sosyalîzma civaka demokratîk, şîrove dikin nirxandin.
Di dawiyê de ciwanan gelek pêşniyar kirin ku ji aliyê endamê Meclisa Ciwanan Canyar Elî ve hatin xwendin. Jê:
Firehkirina asoyên ramanê bi rêbazên nû.
Pêşxistina hişmendiya kurdî bi pêşengiya ciwanan.
Azadî û sosyalîzm li gorî rastiya civakî û gerdûnî werin pênasekirin.
Lidarxistina werşeyên kar der barê her tu têgehan de nemaze sepandina têgeha exlaqê di çalakiyên ciwanan de û wê bi têgeha azadiyê ve girê bidin.


