ŞIRNEX – Endamên Partiya DEM a Şaredariya Hezexê a Şirnexê festîvalek ciwanan li dar xistin. Nûnerên gelek partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk beşdar bûn. Festîval bi deqeyek bêdengiyê ji bo rêzgirtina li ser rihê şehîdan dest pê kir û pêşî Koma Stêrkên Cûdî derket ser dikê. Girse li ber stranên komê govend gerand.
Di festîvalê de, di çarçoveya kampanyaya “Îmze ji bo Aştiyê” de ji bo piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ku bi banga Rêber APO dest pê kir, îmze hatin berhevkirin.



