REQA – Amadekariyên tîmên futbolê yên jinên ciwan ji bo turnuvayên futbolê yên ku dê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin lidarxistin, berdewam dikin. Jinên ciwan bernameyên xwe yên perwerdehiyê yên didomînin û beriya turnuvayê bi maçên dostane pratîk dikin.
Di vê çarçoveyê de, tîmên futbolê yên Jinên Ciwan ên Efrîn û Jinên Ciwan ên Reqqayê, ku berê maçekî dostane de rastê hev hatibûn, îro dîsa ji bo maçek dostane derketin meydanê. Di rûbirûbûna di navbera her du tîman de, tîma Jinên Ciwan ên Reqqayê du gol avêtin û bi ser ket.
Turnuvayên ku ji hêla Meclîsa Ciwan û Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve têne organîzekirin, ji bo zêdekirina beşdariya jinên ciwan di werzîşê de û xurtkirina îradeya wan têne organîzekirin.


