DÜSSELDORF—Meşa dirêj, ku ji aliyê ciwanên Kurd û navneteweyî yên Ewropî ve tê birêvebirin û îsal bi dirûşmeya “Azadî û Demokrasî” hat destpêkirin, piştî ku duh bi civînek li Düsseldorf DGB NRW Friedrich-Ebert-Strasse dest pê kir, îro sibê berdewam kir.
Ciwanên enternasyonalîst, ku gotin, “Paradîgmaya Rêber APO zelaliyê dide me: Em an bi azadî bijîn an jî qet najîn,” di hevpeyvînên bi ajansa me re ramanên xwe yên li ser meşê parve kirin.
Enternasyonalîst Marie ji Almanya:
“Em hêza lêgerîna rastiyê tînin kolanan.”
Marie, ku ji Almanya tevlî meşa dirêj bû, got ku wekî jineke ciwan li welêt, her roj rastî êrîşan tê, û hema hema her roj jinek tê kuştin. Marie, bi tekez li ser bêhêvîtîya mezin a di nav ciwanan de, rave kir ku ji ber vê yekê ew tevlî meşê bûye.
“Min fêm kir ku divê em bi dilsozî li dû rastiyê bigerin, û ev tiştê ku em li vir dikin e. Em gelek nîqaşan dikin, hewl didin ku ramanên Abdullah Öcalan kûrtir fam bikin, û em wan derdixin kolanan. Em her wiha hêza ku bi lêgerîna rastiyê re tê dibin kolanan. Ev yek di analîz û perspektîfên li ser ka em çawa dikarin civakê biguherînin de pir alîkariya min dike. Ji ber vê yekê ez li vir im,”
Zelal, ku ji Parîsê tevlî bû:
“Ev ne tenê meşek e; di heman demê de pêvajoyek perwerdehî û îdeolojîk e.”
Zelal, jinekî ciwan a Kurd ku ji Parîsê tevlî meşa dirêj bû, tekez kir ku ev meş ne tenê bûyerek fîzîkî ye, di heman demê de pêvajoyek perwerdehî û îdeolojîk e jî.
“Ev duyemîn meşa dirêj e ku ez beşdarî wê dibim; ez berê beşdarî meşa 15’ê Sibatê bûm. Sedema cudabûna meşa îsal ji banga ku Rêber di 27’ê Sibatê de dest pê kir tê. Em îro li vir in da ku manîfestoya ku ji hêla Rêber APO ve hatiye weşandin çêtir fam bikin û pêşve bibin. Ev ne tenê meşek çar rojî ye; ew cihek e ku em hemî ji hêla çandî, perwerdehî û îdeolojîk ve li hev dicivin. Me duh mînaka herî mezin a vê yekê girt. Wekî din, îro Roja Enternasyonalîzmê ye. Meşa me di vî alî de, hem ji hêla çandî û hem jî ji hêla îdeolojîk ve, berdewam dike,”
Meşa dirêj, ku bi coş û moral berdewam dike, dê di rojên pêş de bi çalakiyan berdewam bike.



