HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Hesekê ji bo bîranîna endamê Koordînasyona Komalên Ciwanan şehîd Çiya Rizgar û şehîd Bêrîtan Amed merasîmekî li dar xistin. Bi sedan ciwan û şênî tevlî bîranînê bûn li Hola Serdemê.
Di serî de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestandin. Piştre berdevkê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê Zêwer Elî axivî û diyar kir ku malbatên şehîdan hêz û îsrara xwe ji xwîna zarokên xwe yên şehîd werdigirin.
Dayika şehîd Gerîla Tolhildan û şehîd Amara Tolhildan ya ku şehîd Çiya ji nêz ve nas kir jî axivî û got ku şehîd Çiya jî kurekî wê ye. Her wiha, sersaxî ji malbata şehîd Çiya, ji Rêber Apo, ji gerîla û ji tevahî gel re xwest.
Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd jî destnîşan kir ku şehîd Çiya pêşengê tevgera ciwanan û ku ciwanên şoreşger deyndarê wî ne.
Endamê Desteya Hevseroketiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û fermandar Nûreddîn Sofî û her du şehîd bi bîr anîn û bang li ciwanan kir ku hevgirtina xwe xurt bikin.
Piştre li ser jiyana şehîd Çiya Rizgar belgefîlmek hat pêşandan û di dawiya merasîmê de ciwanekî bi navê “Egîd Çiya” soza xwe ya tevlêbûna tevgera azadiya Kurdistanê da.



