NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi civînên xwe yên li herêman kir. Di çarçoveya vê înîsiyatîfê de li bajarê Kobanî civînek berfireh hat lidarxistin.
Civîn bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştî vê yekê, perspektîfa Rêber Apo hat xwendin. Bername li ser pêşketinên siyasî yên heyî û nirxandinên rewşa kar û çalakiyan berdewam kir.
Bi taybetî bal kişand ser avahiya rêxistinî ya Yekîtiya Jinên Ciwan. Beşdaran girîngiya xurtkirina rêxistinên jinên ciwan ji bo perspektîfa Neteweya Demokratîk tekez kirin.
Di civînê de her wiha zewaca temen biçûk, bandorên şer li ser jinên ciwan û xetereyên heyî yên ku ew pê re rû bi rû ne hatin nîqaşkirin. Bername bi xwendina Tûzûka Yekîtiya Jinên Ciwan û çêkirina planên pêşerojê bi dawî bû.



