HESEKÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin înîsiyatîfa Komuna Ekolojiyê ya Ciwanan de kampanyayek nû ya ekolojîk dest pê kir. Rawestgeha yekem a kampanyayê Hesekê bû.
Ciwan, niştecih û zarok du rojan Parka Nesrîn, ku xelkê taxê û zarokan her tim diçin, paqij kirin. Bi armanca ku park paqijtir û cihekî ewle ji bo lîstina zarokan be, ciwanan bal kişandin ser xemilandina peyzajê.
Di dema paqijkirinê de, ciwanan bi zarokên li parkê re civiyan û li ser girîngiya paqijkirina jîngehê axaftinên agahdar kirin. Zarokan jî beşdarî kampanyayê bûn û piştgirî dan kampanyayê.
Şaredariya Hesekê jî piştgiriyekî girîng da kampanyayê û ji bo paqijkirinê amûrên pêwist ji ciwanan re alîkar bû.
Înîsiyatîfa Komuna Ekolojiyê dê di rojên pêş de li qada seyrangehê ya li Dêrikê xebata xwe bidomîne. Endamên tevgera ciwanan diyar kirin ku kampanya dê bi tenê paqijkirinê sînordar nebe, bi çandina şitlan, parastina deverên dîrokî û xwezayî û gelek projeyên li ser bingeha ekolojiyê jî berdewam bike.


