ŞENGAL – Ciwanên ji Şengal di civînekê de li ser rol û berpirsiyariyên ciwanan di pêvajoyên civakî de nîqaş kirin. Civînê de mîsyona ciwanan, bi balkişandina ser peyama Rêber Apo ji bo ciwanan û civaka Êzidî hatin nirxandin.
Ciwanan di nîqaşan de girîngiya hevgirtina civakî û têkoşîna rêxistinkirî destnîşan kirin. Her wiha wan tekez kirin ku pêwîst e ciwan di avakirina pêşerojek azad û demokratîk de pêşengiyê bikin.
Armanca civînê ew e ku beşdarî hişyarkirina ciwanan, xurtkirina rêxistina civakî û xurtkirina hevgirtina di navbera civakan de bibe.



