TEBQA – Di bin dirûşmeya “Rêxistinkirina Jinên Ciwan mîsogerkirina Neteweya Demokratîk e” de, Yekîtiya Jinên Ciwan civîneke berfireh lidar xist, bi nûnerên ji sê herêman (Tebqa, Reqa û Dêra Zorê), tev jinên ciwan ên Kantona Efrîn ku li wan herêman koçber bûn, li Hola Ronahî ya Kantona Tebqayê.
Civîn bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştî wê perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin. Her wiha, di civînê de, nîqaşên berfireh li ser pêşketinên dawî yên siyasî hatin kirin. Piştre rêziknameya Yekîtiya Jinên Ciwan hate xwendin û hat gûftogokirin.
Beşdaran li ser diyardeya zewaca di bin temenê biçûk de û xetereyên wê ji bo civakê, bi taybetî jinan, nîqaş kirin. Her wiha, li ser astengî û zehmetiyên di xebata jinên ciwan de, rêbazên derbaskirina wan û zêdekirina rola wan di jiyana rêxistinî û civakî de axivîn.
Civîn bi dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.



