SWÊYDA – Îro sibê, xelkê Siwêdayê xwepêşandaneke mezin li dar xist û daxwaza serxwebûna tevahî ya herêma Cebel Druzeyan kir. Di xwepêşandanê de daxwaza serxwebûna herêmê ji Heyet Tehrîr el-Şam (Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê) û avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî hat kirin.
Xwepêşanderan dirûşmeyên wekî, “Siwêdaye azad e û ji serxwebûna tevahî kêmtir tiştek qebûl nake. Ji çiyayan bigire heta deştan, serxwebûna me winda nabe. Erê ji bo serxwebûna Siwêdayê.” qîr kirin.
Xwepêşandanê bi awayekî zelal xwesteka gelê Cebel Druzeyan ji bo diyarkirina çarenûsê nîşan da. Tê ragihandin ku pêşketinên li herêmê ji aliyê civaka navneteweyî ve bi baldarî têne şopandin.









