NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK Wan li navçeya Artemetê û taxa Xaçortê bi pankart û fîşekên hewayî meşek li dar xistin, yekîneyên Merdînê jî li sê taxên cuda yên navçeya Artukluyê bi fîşekên hewayî Roja Vejînê ya 15’ê Tebaxê pîroz kirin.
Endamên yekîneyê diyar kirin ku ew ê çalakiyên tiryak, fihûş û sîxuriyê qebûl nekin û diyar kirin ku ew ê bi ruhê 15’ê Tebaxê erkên xwe bi cih bînin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em jî girîngiya rêxistinkirina tax bi tax li navendên ku şerê taybet herî zêde lê dijwar e, tekez dikin û ji wan re serkeftinê dixwazin. Bi vê boneyê, em bi tundî tekez dikin ku divê li dijî zêdebûna bûyerên sîxurî, fihûş, karanîna tiryakê û her cûre gendeliyê bisekinin. Bi hişmendiya ku parastina herî mezin rêxistin e, em bang li hemî ciwanên welatparêz ên li her derê dikin ku xwe birêxistin bikin û her kesî rêxistin bikin.”



