HELEB – Îro li Helebê, Tevgera Ciwanên Şoreşger civîneke berfireh a şeş mehî bi dirûşmeya “Werin em ji bo civakeke demokratîk xwe rêxistin bikin û rêxistin bibin” lidarxist.
Civîn bi kêliyek bêdengiyê dest pê kir. Piştî vê yekê, perspektîfa ciwanan a Rêber APO bi beşdaran re hate parvekirin. Mawa Tolhildan axaftina vekirinê kir. Piştî axaftinê, rapora xebata şeş mehên dawî bi berfirehî hate xwendin û rewşa rêxistinî hate nirxandin.
Bi dehan ciwan ên amade diyar kirin ku ew ê xebata xwe ya ber bi înîsiyatîfên ciwanan ên ji bo aştî û civakeke demokratîk ve bêtir xurt bikin. Her endamekî ciwanan biryardariya xwe ya ji bo berdewamiya xebata xwe nîşan da, û tekez li ser pabendbûna xwe ya domdar a bi azadiya fîzîkî ya Rêber APO re kir.
Civîn bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.


