Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gelên rojava pêşengê şoreşê oxir kir- hat nû kirin

Edîtor: Nucan Serdoz
12/08/2025 - 19:58
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Cenazeyê Nûreddîn Sofî ku di 6`ê Nîsana 2021`an li herêma Garê şehîd bûbû û duh (11`ê Tebaxê) ji aliyê Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG`ê ve şehadeta wî hatibû ragihandin, ji Dêrikê anîn Qamişloyê.

Karwanê cenazeyê Fermandar Nûreddîn Sofî li ber bend ketina bajarê Qamişlo de, bi girseyekê ji aliyê pêkhateyên herêmê ve hate pêşwazîkirin.

BI DEH HEZARAN KES TEVLÎ MERASÎMÊ BÛN

Cenazeyê Fermandar Nûreddîn Sofî bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” û li ber strana Hunermendê Kurd Mihemed Şêxo ya bi navê “Ay Gewrê” li ser milan hate rakirin.

Karwanê cenazeyê ku ji sedan seyareyan pêk dihat, derbasî nava kolanên sereke yên bajarê Qamişlo bû û berê xwe da mizgefta Qasimo ya li taxa Xerbî li bajarê Qamişlo.

Piştre ji bo pêkanîna merasîmê oxirkirinê karwan berê xwe da Stada Şehîdên 12`ê Adarê. Bi deh hezaran pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bajarê Dêrikê heta Kobanê beşdarî merasîmê bûn. Di merasîmê de fermandarên Yekîneyê Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)  û Hevserokên Rêveberiya xweser û Nûnerên Rêveberiya Xweser hazir bûn.

Welatî, jin, ciwan û dayik bi rakirina wêneyên Fermandar Nûreddîn Sofî derbasî cihê merasîmê bûn. Li kêlek wê bi dehan dezgehên çapemaniyê li qada merasîmê amade bûn.

Merasîm bi toreneke leşkerî ji aliyê Yekîneyê Parastina Gel (YPG), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve dest pê kir.

MAZLÛM EBDÎ: EM MINETDARÊ HEVAL NÛREDDÎN SOFÎ NE

Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdî di merasîma Fermandar û Pêşengê Şoreşa Rojava Nûreddîn Sofî de axivî û got: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber keda heval Nûreddîn Sofî ya di şoreşê de minettarê wî ye. Em di hizura şehîdan û gel de soz didin ku em ê ala te hildin.”

Fermandar Mazlûm Ebdî diyar kir ku heval Nûreddîn Sofî di salên 90’î de beşdarî şoreşê bû, berî 35 salan dest bi şoreşê kir û li ser wî esasî xebatên xwe meşandin.

Mazlûm Ebdî got: “Heval Nûreddîn li her çar parçeyên Kurdistanê têkoşiya. 24 salan tevayî çiya û parçeyên Kurdistanê geriya û ew nas kirin. Di nava gerîlla de giha astên herî bilind. Îro çiyayên Kurdistanê gerîlayên li wan çiyayan heval Nûreddîn weke şervan û fermandarek bi cesaret nas dikin.

Heval Nûreddîn piştî 24 salan li çiyayê Kurdistanê bi herfên zêrîn navê xwe neqişand. Li ser xwesteka hevalên wî, li ser xwesteka me hemûyan 2013 tevlî şoreşa Rojava bû heta şehadeta xwe. Di tevayî saziyên şoreşê de keda heval Nûreddîn heye. Di şoreşê de bi navê  Adil xebat da meşandin”.

‘JI REQA HETA DÊRAZORÊ FERMANDARÎ KIR’

Mazlûm Ebdî anî ziman ku hemû hevalên li Rojava ew weke pêşengek nas kirin û wiha domand: “Keda wî di hemû saziyên me de heye. Di zansita gel de, di biratiya gelan de kedek wî ya mezin heye. Sala 2017’an bi awayek xurt tevlî şerê dijî DAÎŞ’ê bû. Heval Nûreddîn di hemû operasyonan de cih girt ji Reqa heta Dêrazorê fermandarî kir. Li Baxozê fermandarê wê cengê bû.”

‘LI HER QADÊ BANDORÊ WÎ HEYE’

Mazlûm Ebdî têkoşîna Fermandar Nûreddîn a di Berxwedana Serdemê de bi bîr anî û wiha got: “Li wir hêza me rêve dibir. Heta dawî Berxwedana Serdemê bi rê ve bir. Em dikarin bêjin şoreşa Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyê di tevayî ast û qadên wê de heval Nûreddîn hebû. Kedeke xwe ya mezin hebû. Ji bo wê em dibêjin Şoreşa Bakur û Rojhilatê  Sûriyê minettarê heval Nûredddîn e. QSD, xebatên siyasî minetdarên heval in. Pêşketina tifaqa gelan minettarê heval Nûreddîn e. Ji ber ku pêşengî kir, bi her kesî re di têkiliyan de bû. Bi Ereban re Ereb bû, bi Kurdan re Kurd bû, bi Suryanan re Suryan bû. Vê jî serkeftin ji Şoreşa Rojava re anî.”

Mazlûm Ebdî got: “Em careke din dibêjin, dê xebata me bidome. Îro em piştî 14 salên şerê dijwar di pêvajoyeke diyalogê. Şehîdên me xwîna xwe rijandin. Em dixwazin bi encam bikin. Em di hizûra şehîdan de soz didin, çawa me xebata li dijî DAÎŞ’ê da meşandin, em ê vê xebatê jî bidomînin. Dê xwîna şehîdan vala neçe. Îro dê QSD, saziyên me ku heval Nûreddîn têde cih girt, di Sûriyeya nû de cih bigirin. Çawa ku gelê me li cem şehîdên xwe û hêzêne xwe cih girt dê îro jî li gel wan cih bigire. Çawa ku hevalên me bi qehremanî ev şer dan meşandin, niha jî  dê vê pêvajoyê bimeşîne. Em hêvîdarin ku çawa gelê me di pêvajoya şerê li dijî DAÎŞ’ê de piştgirî da QSD’ê, dê niha jî bi heman awayî piştgiriyê bide”.

PEYAMA JI BO GELÊ EREB

Fermandar Mazlûm Ebdî bi zimanê Erebî bang li gelê Ereb ê beşdarî merasîmê bibûn kir û got: “Baweriya heval Nûreddîn bi hevgirtina gelan hebû û di wê rêyê de têkoşiya. Têkiliya wî bi gelê Ereb re xurt bû û hêzên me yên Ereb pir jê bawer bûn. Ew yek ji hevalên destpêkê bû ku pêkhate di nava Rêveberiya Xweser de bicih kir. Em bi hevalê xwe serbilind in”.

Mazlûm Ebdî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Em di hizûra we, şehîdan de dibêjin şoreşgerê mezin fermandarê hêja, rêheval Adil, rêheval Nûreddîn Sofî em bi te serbilind in, hevalê te û gelê te bi te serbilind in. Bila rihê te şand be. Tu caran bila çavê te pişt nemîne em hevalê te gelê emê ala te hildayî hildin. Em soza serkeftinê didin. Oxirbe hevalê delal Nûreddîn oxirbe ey şehîd.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Kolnê standeke danasînê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur hate vekirin.

Nivîsa Pêş

Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratîk Bang li Şolena Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku li Wanê were lidarxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratîk Bang li Şolena Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku li Wanê were lidarxistin

Endamên Meclîsa Ciwanên Demokratîk Bang li Şolena Aştî û Civaka Demokratîk dikin ku li Wanê were lidarxistin

KCK: Nêrînên Rêbertî wê di sala nû de bibe rênîşana me ya têkoşînê

KCK: Pêngava 15’ê Tebaxê hîn jî encamên dîrokî diafirîne

Manşet

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welêtê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê
  • Li Kopê, Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Meşek Ji Bo Rojava Hate Lidarxistin
  • Li Dû Navçeyên Colemêrgê, Ciwanan Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Li Dar Xistin
  • “Em Li Hêviya Gelê Xwe Yê 4 Parçeyên Kurdistanê Ne Ku Sînorê Kobanê Rakin”
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Êrîşên Li Ser Rojava Li Frankfurtê Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • KJK: Ji Bo Rojava û Gelên Îranê Dakevin Qadan!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.