KOLN – Endamên ciwan ên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) ku li Bahnhofvorplatz a li Kolnê, Almanya kom bûn, standeke danasînê ji bo festîvala ciwanan, ku dê di 16’ê Tebaxa 2025’an de were lidarxistin, vekirin.
Ciwanan li Bahnhofvorplatz a Kolnê ji bo Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur, ku dê li Duisburg a Almanya, bi dirûşmeya “Bi Şoreşa Çandî Ber bi Sosyalîzmê ve” were lidarxistin, standek danîn û broşûrên ku agahdariya festîvalê tê de hene belav kirin.
Ciwanan diyar kirin ku armanca wan ew e ku bigihîjin bêtir ciwanan û gotin, “Tekane rêya derketina ji tariya bêdawî ya ku pergala modernîteya kapîtalîst mirovahiyê tê de girtiye, avakirina modernîteya demokratîk e. Bê guman, yek ji rêyên bingehîn ên avakirina modernîteya demokratîk parastina çanda me ye. Ji ber vê yekê, em bang li hemî ciwanên sosyalîst, bi taybetî ciwanên Kurdistanê dikin, ku beşdarî Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur bibin, ku em ê di 16’ê Tebaxê de bi dirûşma “Bi Şoreşa Çandî Ber bi Sosyalîzmê Ve” lidarbixin
Agahiyên Festîvala Ciwanan a Lecwan Munzur:
Ludgeriplatz 47057 DUISBURG
16.08.25 (Şemî)
Dem: 13:00



