MARSÎLYA – Endamên ciwan ên CKF (Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê) li Marsîlya, Fransa, ji bo destpêkirina bernameyeke nû ya perwerdehiyê li hev civiyan.
Ciwanên ku belgefîlma “Vejîna Kurd” wekî bernameya xwe ya perwerdehiyê bi kar anîn, diyar kirin ku ew ê “her hefte beşek ji belgefîlmê temaşe bikin û li ser wê nîqaşan bikin.”
Girîngiya belgefîlmê, ku bi zarokatiya Rêber APO dest pê dike û hebûna Kurdan û dîroka PKKê vedikole, hate destnîşankirin.
Ciwanan banga çalakiyê kirin û tekez kirin ku belgefîlm “divê ji hêla ciwan û malbatan ve li her malê were temaşekirin” û roja yekem a perwerdeyê bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO!” bi dawî kirin.



