NAVENDA NUÇEYAN- Endamên Meclîsa Ciwanan endamê DEMê a Wanê ne, bê navber çalakiyên xwe yên li dijî polîtîkayên şerê taybet didomînin. Li taxa Xaçort a Wanê, ciwan kolan bi kolan geriyan û belavok belav kirin da ku raya giştî li ser polîtîkayên şerê taybet agahdar bikin.
Di dema çalakiyê de, ciwanan bang li hemû ciwanan kirin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet tekoşîn bikin û gotin: “Ciwan tenê bi berxwedanê dikarin azad bibin.”
Di tevahiya meşê de, ciwanan dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo” û “Ciwan Fedaye Reber Apo ne” qîr kirin.
Ciwanan diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe yên li dijî polîtîkayên şerê taybet ên wekî tiryak, fihûş û sîxuriyê bidomînin.



