DÊRAZOR – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Dêrazorê Şehîd Bişeng Brûsk, Şehîd Sara Hogir û Şehîd Vejîn Jiyan bibîranîn.
Tevgerên ciwanan û jinan, rêxistinên civaka sivîl û gelê welatparêz beşdarî çalakiyê bûn.
Merasîm bi deqayekî bêdengiyê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştre Nûr Elî, endama Tevgera Ciwanên Şoreşger, li ser tekoşîna sê şehîdan di nava civak de û li ser çiyayan axivî.
Piştî vê yekê, dîmenekî li ser jiyana şehîdan û tekoşîna wan ji bo doza azadiyê hat pêşkêşkirin.
Merasîma bîranînê bi axaftina Meysaa Ehmed, berdevka Herêma Rojava ya Dêrazorê, bi dawî bû. Meysaa Ehmed tekezî li ser berdewamiya têkoşîna şoreşgerî ji bo bidestxistina azadiya jin û gelên bindest kir.



