NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyê li ser navê şehîd Ronîza Mihemed, ji bo xwendekarên dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di binyeya Akademiya Şehîd Şahîn Cûdî de dewreyekî perwerde yê bîrdozî dan destpêkirin. Dewre bi beşdarbûna 13 xwendekaran wê nêzî 15 rojan berdewam bike.
Di perwerdeyê de ders û semînerên cûr bi cûr li ser esasê paradîgmayê Konfederalîzma Demokratîk a Rêber APO tên dayîn. Di perwerde de ji bo fêrbûyînê şewazên cûr bi cûr tên bikaranîn; weke pêşbirkên zanistî, şano û amadekirina semîneran ji aliyê xwendekaran bi xwe.
Her wiha, hedefa Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz avakina xwendekarên bi zanist ên ku xizmetê gelê xwe dikin, ji gel re pêşengtî bikin û ku ji bo avakirina civakekî azad rol û misyonekî girîng bilîzin.



