Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Şandeya Ewropî: Ocalan divê bêşert were berdan

Edîtor: Nucan Serdoz
02/07/2025 - 14:57
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Şandeya Ewropî: Ocalan divê bêşert were berdan
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Saatên cuda yên Ewropayê 39 kes di çarçoveya kampanyaya “Dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” duh hatin Stenbolê. Şandeya ku ji rojnameger, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û hiqûqnasan pêk dihat, li hotêleke Taksîmê civîna “Maseya Gilover” lidar xist. Li eywana civînê pankarta “Hevdîtina navneteweyî ya ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û bidawîkirina tecrîdê” hate daliqandin.

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Daniş Beştaş, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û ji Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî di nav de gelek kes tevlî civînê bûn. Piştî civînê, metna hevpar hate xwendin. Parlamenterê Federal ê Partiya Çep a Almanyayê Ferhat Koçak Tirkiya metna hevpar û Berpirsyara Têkiliyên Karên Derve ya CUP Katalonyayê Eulalia Reguant Cura jî ya bi Ingilîzî xwend.

Ferhat Koçak, anî ziman ku ew piştevaniyê didin gelê Kurd û got: “Em bang li meqamên Tirk dikin ku ji bo diyalogeke çêker û rast û muzakereyên aştiyê yên bi tevahiya derdorên civaka Kurd re, gavên şênber biavêjin. Em careke din banga xebatên hevpar ên ji bo serkeftina pêvajoyê li hemû tevger û partiyên pêşverû û gelên Tirkiyeyê dikin. Tenê bi angajmanên bi vî rengî dikare guherîneke mayinde û domdar were cîbicîkirin û bi rastî jî rêya Tirkiyeyeke demokratîk were vekirin.”

Bi domdarî Koçak destnîşan kir ku hewceye Tirkiye rêzê bo mafên mirovan bigire û berpirsyartiyên xwe yên navneteweyî bicih bîne. Koçak, wiha dom kir: “Di serdemeke ku qada navneteweyî zêdetir di çarçoveya dijminatî û êrişkariyê de teşe digire, ji bo çareserkirina meseleya Kurd a bi rêyên diyalog û muzakereyan firsendeke dîrokî li ber dest e. Ev her du hêma, hêmayên sereke yên civakeke demokratîk in. Di serdemeke ku Rojhilata Navîn di nava pêtên agir de û gelek welat ketine nava pêşbirka xwebiçekkirina bêsînor de, birêz Ocalan yek ji dengên herî xurt ê aştî û bêçekbûna diparêze ye. Birêz Ocalan, ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pevçûnên zêdetirî 40 sal in didomin, di heman demê de bangekî wêrek a bêçekbûn û tesfiyeyê kir.”

Di berdewamê de Koçak bi lêv kir ku fikra “Konfederalîzma Demokratîk” a Rêber Apo ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo tevahiya herêmê modêleke û wiha pê de çû: “Ji bo pêvajoya demokratîk bigihije potansiyela xwe ya tam, mecbûriyeteke ku birêz Ocalan û hemû girtiyên din ên siyasî yên mafên wan tên binpêkirin bêşert û tavilê bên berdan. Girtîmayina wan, rê li ber fikarên cidî vedike. Di dema ragirtinê de yek ji mijarên esasî rêzgirtina bo mafên mirovan e. Bi taybet jî birêz Ocalan li Girtîgeha Girava Îmraliyê 26 sal in di tecrîdê de ye, bi awayekî derhiqûqî ji mafên xwe yên sereke bêpar hatiye hiştin û ev yek jî bi aşkerayî binpêkirina standartên hiqûqa neteweyî û navneteweyî ye.”

Koçak, axaftina xwe wiha domand: “Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku li gorî rêgezên edalet, demokrasî û aştiyê tevbigere. Em ê gavên hikûmet diavêje bişopînin û hêvîdarin ku Tirkiye derbasî pêvajoyeke demokratîk û civakeke hemûgir bibe.”

 

Çavkanî: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Rêber APO peyama ji bo heyeta Ewropî

Nivîsa Pêş

Li Helebê di çarçoveya Tevgera Azadiya Rêber APO de pêşangehek hate vekirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Helebê di çarçoveya Tevgera Azadiya Rêber APO de pêşangehek hate vekirin

Li Helebê di çarçoveya Tevgera Azadiya Rêber APO de pêşangehek hate vekirin

HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG-NRÇ’ê nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.