REQA – Desteya Perwerdehiyê ya Kantona Reqayê îro roja yekem a ezmûnên bawernameya amadekariyê li gorî bernameya hikûmeta Şamê bi beşdarbûna 26,445 xwendekaran dest pê kir.
Di roja yekem de ezmûnan li ser mijarên zanistî yên giştî ji xwendekarên perwerdehiya bingehîn (refê nehan) re hatin pêşkêşkirin.



