Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Ji Rêber APO banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’

Edîtor: Nucan Serdoz
27/02/2025 - 17:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 7 mins read
A A
Wêneyê dîrokî yê Rêber APO
ParvekeTweet

STENBOL -Rêber APO ku 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê di tecrîda girankirî de tê ragirtin, tevî Şandeya DEM Partiyê û hevalên xwe yên girtî banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir.

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) cara sêyemîn li Girava Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol di hevdîtinê de cih girtin. Her wiha girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî di hevdîtinê de cih girtin.
Rêber APO, Şandeya Îmraliyê û 3 girtiyan li Îmraliyê daxuyaniya hevpar dan. Dîmenê daxuyaniyê hate kişandin lê belê dewletê neda şandeyê. Tenê wêneyên daxuyaniyê radestî şandeyê hatin kirin.
Endamên Şandeya Îmraliyê piştî daxuyaniyê ji giravê vegeriya û li Hotêla Elît Worldê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê daxuyanî da. Daxuyanî, saet di 17.00’ê de dest pê kir. Kurdiya banga dîrokî ya Rêber APO Ahmet Turk û Tirkiya wê jî Pervîn Buldan xwend.
Ji zêdetirî 140 dezgehên çapemeniyê nêzî 300 rojnamegeran daxuyanî şopandin. Di heman demê de gelek parlamenter, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, nivîskar û rewşenbîr jî li eywana daxuyaniyê amade bûn.
BANGA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRATÎK 
Rêber APO banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Banga Rêber APO wiha ye:
“Banga Aştî û Civaka Demokratîk
PKK; di sedsala 20’an de, di sedsala herî tund a dîrokê de ava bû. Zemîna ku PKK tê de hat afirandin zemîna du şerên cîhanê, reel-sosyalîzm û dema şerê sar ê li cîhanê bû. Di vê zemînê de înkarkirina rastiya Kurdan, qedexekirina azadiyan, bi taybetî jî qedexekirina azadiya ramanê li dar bû.
Di warê teorî, bername, stratejî û taktîkan de bandora rastiya pergala reel-sosyalîst a sedsalê li ser vê avabûnê çêbûye. Di salên 1990’î de, ji ber sedemên navxweyî hilweşîna reel-sosyalîzmê, şikestina înkara nasnameyê li welat û pêşketinên azadiya ramanê bû sedem ku PKK wateya xwe biborîne û xwe zêde dubare bike. Ji ber vê yekê ew jî wekî yên din hatiye dawiya jiyana xwe û pêwîstî bi fesihkirina wê heye.
Têkiliyên Kurd û Tirkan; di dîroka zêdetirî hezar salan de Tirkan û Kurdan ji bo hebûna xwe bidomînin û li dijî hêzên hegemonîk li ser piyan bimînin, her tim pêwîstî pê dîtine ku bi dilxwazî di nava tifaqekê de bimînin.
Du sedsalên dawî yên modernîteya kapîtalîst, şikandina vê tifaqê ji xwe re kiriye armanc. Hêzên ku bandor li wan bûye, li gel bingehên xwe yên çînî, xizmeta vê yekê esas girtine. Ev pêvajo bi şîroveyên yekreng ên Komarê leztir bûye. Erka sereke ew e ku têkiliya dîrokî ya îro şikestiye, bi ruhê biratiyê û yekitiyê, tevî em baweriyan jî paşguh nekin, ji nû ve bi rêxistin bikin.
Pêwîstiya civaka demokratîk jêneger e. PKK, di dîroka Komarê de tevgera serhildan û tundiyê ya herî dirêj û berfireh e. Ji ber ku rêya siyaseta demokratîk girtî bû, PKK bi hêz bû û destek girt.
Netewedewletên cuda, federasyon, xweseriya îdarî û çareseriyên kulturalîst ku encama pêwîst a neteweperestiya tund in, nikarin ji sosyolojiya civaka dîrokî re bibin bersiv.
Rêzgirtina li nasnameyan, azadiya ramanê, birêxistinbûna demokratîk, avakirina civakî-aborî û siyasî ya hemû pêkhateyan, tenê bi hebûna civak û qada siyasî ya demokratîk mimkun e.
Sedsala duyemîn a Komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e.
Divê zimanê serdema aştî û civaka demokratîk jî li gorî vê rastiyê bê pêşxistin.
Banga ku birêz Devlet Bahçelî kir, îradeya ku birêz Serokkomar nîşan da û nêzîkatiyên erênî yên partiyên din ev pêvajo ava kir û ez jî di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê digirim ser xwe.
Çawa ku her civak û partiya hemdem ku hebûna wê bi darê zorê nehatiye bidawîkirin, hûn jî bi dilxwazî Kongreya xwe bicivînin û biryaran bidin; divê hemû kom çekên xwe deynin û PKK xwe fesih bike. Ez silavên xwe ji hemû kesan re dişînim ku bi jiyana hevpar bawer dikin û guh didin banga min.
25’ê Sibata 2025’an
Rêber APO”
‘DIVÊ ALIYÊ HIQÛQÎ BÊ NASKIRIN’
Sirri Sureyya Onder piştî daxuyaniyê axivî û anî ziman ku Abdullah Ocalan ji şandeyê re got: “Bêguman ji bo di pratîkê de çek werin berdan û PKK xwe fesh bike, divê aliyê siyaseta demokratîk û hiqûqî bê naskirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Wêneyê dîrokî yê Rêber APO

Nivîsa Pêş

Banga dîrokî ya Rêber APO li hemû Kurdistanê bi coş hate pêşwazîkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Banga dîrokî ya Rêber APO li hemû Kurdistanê bi coş hate pêşwazîkirin

Banga dîrokî ya Rêber APO li hemû Kurdistanê bi coş hate pêşwazîkirin

YCWK; Ji yekîneyên me yên Bursayê çalakî!

YCWK; Ji yekîneyên me yên Bursayê çalakî!

Manşet

  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne
  • Tev Baranê, Ciwanên Kobanê Derketin Qadan
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin
  • Li Geverê Bi Hezaran Kes Ji Bo Rojava Meşiyan
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.