Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Çalakvanên Nobetê li Tişrînê: Tişrîn Nimûneyek Nû ya Stalingrad e

Edîtor: Nucan Serdoz
24/01/2025 - 13:06
di nav Çalakî, Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Hevpeyvîn, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet, Video
Reading Time: 4 mins read
A A
Çalakvanên Nobetê li Tişrînê: Tişrîn Nimûneyek Nû ya Stalingrad e
ParvekeTweet

TIŞRÎN- Dewleta Tirk a dagirker ev 47 roj in êrîşên xwe yên li ser bendava Tişrînê ya ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Şervanên QSD û YPJ’ê jî li dijî êrîşan berxwedaneke lehengî nîşan didin. Gelê kantonên Firat, Reqa, Tebqa, Dêrezor û Cizîrê ji 8’ê Çileyê ve ji bo destekkirina berxwedanê, parastina bendavê û balê bikişînin ser polîtîkayên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, berxwedana xwe ya nobedê didomînin. Lê belê Komara Tirk a ku hebûna xwe li ser dijminatiya gel ava kiriye, gelek caran êrîşî gelê ku li bendavê nobeda xwe didomîne, kiriye. Di êrîşên li ser qadên ku gel li ser bendavê kom dibin û li ser karwanên rêya hatin û çûnê heta niha 21 welatî şehîd bûne û 203 kes jî birîndar bûne.

Tevî vê yekê jî gel berxwedana xwe didomîne û diyar dike ku ew ê rê nedin êrîşên dagirkeriyê. Gelê Herêmên rizgarkirî û şêniyên Efrînê yên ku nobedê li bendava Tişrînê dewr girtin, di roja 3. de bi hemû biryardariya xwe nobedê didomînin.

Di nobedê de reng û coşa ciwanan balê dikişîne. Ciwanên ku beşdarî berxwedanê bûne têkildarî berxwedana heyî û rola ciwanan di vê berxwedaniyê de ji ajansa me re nirxandin kirin. Şervanan bang li ciwanan kirin ku beşdarî nobeda parastina bendavê bibin û têkoşîna şervanên QSD’ê xwedî derbikevin.

Jina ciwan a bi navê Rojiyan Hisên diyar kir ku divê her ciwanek welatparêz û birûmet tevlî vê berxwedanê bibe û got ku berxwedana bendava Tişrînê mînaka nû ya Stalîngradê ye. Rojiyan Hisên got, “Tevî ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide vîna vî gelî û QSD’ê tine bike jî, wê nikaribe vê bike. Ji ber ku li vir îradeya azad û Berxwedana Şerê Gel ê Şoreşger tê meşandin.”

Di dawiya axaftina xwe de Rojiyan Hisên xîtabî jinên ciwan û raya giştî kir û diyar kir ku divê xwedî li fikrên Rêber APO derkevin ji ber ku yekane çareserî li Îmraliyê ye.

Ciwanê bi navê Cemal diyar kir ku wan li Tişrînê bi ruhê şerê gel ê Şoreşgerî, bi ruhê Mazlûm û Zîlan li ber xwe didin û got, “Kurd ne Kurdên berê ne. Îro em bi hêz û moral in. Xwedî ciwan, şehîd û Rêberekî ne.”

Ciwanê Efrînî ku amaje bi wê yekê kir ku gotina dewleta Tirk a dagirker a “Ez sînorên xwe diparêzim” weke sedema êrîşê derew e û armanca wê tenê qirkirina gelê Kurd û dagirkirina herêmê ye û got, “Li hemberî vê yekê em bi ciwan, zarok, dayik û kal û pirên xwe re li vir in. Em heta dilopa dawî ya xwîna pişt QSD ne.”

 

Ciwanê bi navê Faxrî yê endamê Tevgera Ciwanên Tebqayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li ser bendava Tişrînê sivîlan dike hedef û qetil dike û got, “Divê dewleta Tirk a dagirker vê yekê baş bizane ku em ê pozê wî erdê ve hişhişînin. Bendava Tişrînê, bendava şehîdan e. Em vir bernadin . Em xwedî vê hêzê û baweriyê ne.”

 


Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Hamît jî diyar kir ku hêza ciwanan hêzeke mezin dide QSD’ê û got, “Dewleta Tirk a dagirker bi hemû çekên xwe yên pêşketî û çeteyên xwe êrîş dike, lê wê nikaribe me bişkîne. Ji ber ku hêza me ya ciwanan e. Em ciwanên şoreşger in. Em ciwanên Rojava ne. Kes nikare axên me dagir bike. Kes nikare Tişrînê bigire. Kî dibe bila bibe emê pozê wî erdê ve hişhişînin.”

 

 

1 Ji 9
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

9.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji endamên Yekîtiya Jinên Ciwan civînên di derbarê pêvajoyên dawî

Nivîsa Pêş

Li Aurichê Civîna Ciwanan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Aurichê Civîna Ciwanan

Li Aurichê Civîna Ciwanan

Parêzeran ji ber astengiya hevdîtin ya bi Rêberê Gelan re gili li HSK’ê hate kirin

Detayên ji hevdîtina Îmraliyê hat parvekirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.