Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Detayên ji hevdîtina Îmraliyê hat parvekirin

Edîtor: Nucan Serdoz
24/01/2025 - 19:48
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 6 mins read
A A
Parêzeran ji ber astengiya hevdîtin ya bi Rêberê Gelan re gili li HSK’ê hate kirin
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN-  Piştî vê serdanê, Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku li ser pêşniyarên Rêber APO bi partî û pêkhateyên ku nûnertiya wan a siyasî li Meclîsê heye dest bi hevdîtinan kir. Şandeyê piştî bidawîkirina gera xwe ya yekem a siyasî di 22yê Çile de careke din serdana giravê kir. Heyetê di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya der barê serdanê de got, “Xebatên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê dewam dikin” û diyar kir ku ji ber şewata li Boluyê daxuyaniyeke berfirehtir hatiye taloqkirin.

SERNAVÊN Lİ SER MASEYA ÎMRALİYÊ

Li gorî gahaiyên ku rayedarên DEM Partiyê parvekirin, hat diyarkirin ku gelek sernav tên niqaşkirin û hewayeke pozîtîf hem di hevdîtinên bi partiyên siyasî de û hem jî bi hevdîtina li Îmraliyê re tê dîtin.

TECRÎD Û ŞERT Û MERCÊN XEBATÊ

Rayedar diyar kir ku peyama “Ji bo di çareseriyê de bi awayekî aktîf bi cih were girtin demildest şert û mercên xebatê bên afirandin” ya ku ji roja destpêkê ve di nava raya giştî de tê nîqaşkirin û ji aliyê PKK, KCKê û gelê Kurd ve gelek caran hate gotin. Abdullah Ocalan bi rêya Omer Ocalan peyama “Tecrîd didome” bi bîr xist û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke mayînde gotiye, “Tişta girîng ne ew e ku ez li ku me, divê şert û mercên ji bo pêşketina pêvajoyê guncav bin.” Rayedar anî ziman ku Abdullah Ocalan careke din anî ziman ku ew ê di bin her şert û mercî de bibin xwedî hêz û vîna çareseriyê.

ÇARESERİYA ÇAR PARÇEYAN

Çareserî û aştiyeke tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nayê nîqaşkirin; Hate diyarkirin ku ji bo Kurd û gelên li çar parçeyên Kurdistanê yên li Îran, Iraq û Sûriyeyê dijîn bigihêjin statuyeke demokratîk bi perspektîfeke berfireh nîqaş tên meşandin.

HİQÛQA DEMOKRATÎK

Rayedar diyar kir ku ji bo afirandina aştiyeke mayînde û çareseriyê jî li ser vê eksê amadekirina zemînê yek ji mijarên ku li ser maseyê tên nîqaşkirin e û got, “Nêrîn heye ku divê çarçoveyeke hiqûqî ya demokratîk ku hemû gelên li Tirkiyeyê bên amadekirin ku bikarin bi mafên wekhev û demokratîk bijîn.”

ÇARESERİYA NE Dİ NAVBERA HİKÛMET Û ÎMRALİYÊ DE YE

Rayedar diyar kir ku hevdîtinên ku bi partiyan re hatine kirin bi awayekî berfireh ji APO re hatiye vegotin û diyar kir ku Abdullah Ocalan bi awayekî erênî li van hevdîtinan dinêre, da zanîn ku, Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê dê van danûstandinan li ser pêşniyarên Abdullah Ocalan ê ku Meclîsê destnîşan dike bidomîn.

Rayedar got, “Birêz Abdullah Ocalan amadekariyên çareseriya civakî dike, ne ji bo çareseriyê di navbera hikûmet û Îmraliyê de. Pêşketin wê bi civakîkirina aştî û çareseriyê pêk were.”

Rayedar diyar kir ku ji bo pêvajoyeke ku li ser vê bingehê bê meşandin “Divê bingeha çareseriyeke qanûnî ku bê avakirin” bê misogerkirin, li benda binegeheke ku bê avakirinin.

BERSİVA PİRSA “MA PKK DÊ ÇEKÊ BİHÊLE

Dayedar diyar kir ku aştî û çareseriya demokratîk ji aliyê çapemeniya serdest ve tenê weke pirsa “PKK dê dest ji çekan berde, bangewezî hat kirin an na”, ev  yek nîqaşek teng e û rayedar wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hêla dîrokî de, di hevdînên nû de Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke bêşîdet û di bingeheke demokratîk de xebatên xwe didomîne.” Rayedar, destnîşan kir ku heta ku çavkaniya neçareseriyê û şîdetê neyê çareserkirin dê hêsan nebe û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, pêşiya her tiştî, makeqanûna înkar û pergala nedemokratîk diafirîne ji holê were rakirin.

AMADEKARİYA ÇARESERİYA DÎROKÎ DİKE

Birêz Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber desthilatdarî û statuya giştî ya Sûriyê ne diyar e, divê nekevin rewşên ku Rojava bi taybetî jî gelên din bi tehdîdê re rû bi rû bimînin. Rayedar balê dikişîne ser avakirina çareseriyeke nenavendî û wiha dewam kir, “Di van hevdîtinan de, di xêzkirinê de yekane çareseriya ku hem Tirkiye, hem Sûriye, hem Iraq û hem jî heta Îranê rizgar bike, avakirina zemîna demokratîkbûnê ye. aştiya  bi hemû gelan re ye. Birêz Ocalan diyar kir ku yekane çareseriya ku wê Îranê jî rizgar bike ev e û amadekariyên çareseriyeke dîrokî dike. Perspektîfa çareseriyê ya ku wê derxe pêş ew e ku dê bibe çareseriyek ku dê deriyê destwerdanên hemû hêzên emperyalîst bigire. Ya ku ew li ser dixebite û armanc dike ev e.”

EW Ê BANG Lİ HEMÛ BEŞÊN CİVAKÊ KU GİRÊDAYÎ WÎ NE BİKE

Her çend nayê zanîn serdana bê kengê dê were kirin jî, rayedar diyar kir ku îhtîmal heye ku şande li gorî her daxwazeke Îmraliyê berfireh bibe û têkildarî têkiliya rasterast jî got, “Tê pêşbînîkirin ku zemînek were çêkirin ku birêz Ocalan di zûtirîn demê de serî li hemû pêkhate û hêzên girêdayî xwe bide. Lê dîroka vê ne diyar e. Di encamê de wê ev rêya çareserî û aştiyê bi berdewamkirina têkiliyan bi hemû pêkhate û saziyan re li gorî pêşniyar û rêbaza Birêz Ocalan civakî bibe û heyet weke  DEM Partiyê rola xwe bilîze û têkiliyên xwe bidomîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Aurichê Civîna Ciwanan

Nivîsa Pêş

Ciwanên Dêrazorê li Tişrînê: QSD gelê Sûriyê ye, serkeftin nêz e

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Dêrazorê li Tişrînê: QSD gelê Sûriyê ye, serkeftin nêz e

Ciwanên Dêrazorê li Tişrînê: QSD gelê Sûriyê ye, serkeftin nêz e

Em Qemereya Hevalên Xwe  Li Erdê Nahêlin

Em Qemereya Hevalên Xwe Li Erdê Nahêlin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.