Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

DI ÇÊBÛN Û ROJBÛNA RÊBERTIYÊ DE SÊ QONAX

Edîtor: Nucan Serdoz
25/05/2024 - 15:40
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Rêber APO, Taybet, Video
Reading Time: 7 mins read
A A
DI ÇÊBÛN Û ROJBÛNA RÊBERTIYÊ DE SÊ QONAX
ParvekeTweet

MEXMÛR- Rêbertî, ji bo gel û civakê di asta herî jor de, destnîşankirina hest û hizir e, parastina berjewendiyên wan e, ji bo pêşdebirina gel û civakê çalakî û amûr pêşxistin e. Herwiha ji bo vê amadekirina kadroyan û pêşxistina wan, fêmkirina pirsgirêkan û çareserkirina wan e. Mirov bi awayekî giştî dikare terîfeke wisa ji bo rêbertiyê bike: Manedayîna her tiştî ye.

DI ÇÊBÛN Û ROJBÛNA RÊBERTIYÊ DE QONAXA YEKEMÎN

Rêber APO li Rihayê ji dayîk bûye. Li gundê Amara. Yanê li navenda şoreşa neolîtîkê ji dayîk bûye. Li wê herêmê hîna jî bandor û taybetmendiyên wê şoreşê hene. Heke îro kesayeta Rêber APO li ser bingeheke di asta gerdûnî de rêbertiyekî pêk tîne, rastiya wê girêdayî vê bingehê ye. Rêbertî ew qarekterê gerdûnî ji cihê lê çêbûye girtiye.

Rêber APO di heft saliya xwe de, dema çavê xwe li jiyanê vekir, dît ku jiyana dorberê wî nayê jiyîn. Rêber APO wê jiyanê jiyan nahesibîne. Red dike û qebûl nake. Dibêje “ev ne jiyan e, li vê jiyanê îxanet hatiye kirin.” Rêber APO di wê çaxê de jiyana azad ji bo xwe esas girtiye.

Jiyan tenê bi civakê re gengaz dibe, derveyî civakê ji bo însan jiyan nabe. Mirov bi civakê dibe mirov. Ji bo wê pêwîst e, mirov bi civakê re bijî. Weke din ji bo însan jiyan nabe. Lewra di wê dîrokê de Rêber APO destpê dike û vê ji xwe re esas digire: Rêbertî ji bo civakbûna xwe çêbike hevalan ji xwe re çêdike, di vir de israr dike. Ji ber ku wê civakbûna xwe li ser bingehê hevaltiyê pêşbixîne. Ew lêgerîna Rêber APO ya hevaltiyê û girêdana Rêbertiyê ya bi hevaltiyê re, ji vir destpê dike.

Ji ber ku Kurdan serokatiya xwe wenda kiribûn û ketibûn rêka îmhayê, Rêber APO destwerdanî vê rewşê kir. Derketina Rêber APO destwerdana li hemberî tinebûna Kurdan e. Kurd îro vê baştir fêm dikin. Heke Kurd îro dibêjin, ‘bê serok jiyan nabe’, evê rastiyê vedibêjin. Ji ber ku dîtin ku bi serokatiyê re ji mirinê xelasbûn û rabûn ser piyan, ji bo rêbertiyê rêz girtin. Kerameta xwe bi wê serokatiyê ji bin piyan derxistin, bi serokatî re ji bo xwe nirx ava kirin.

Rêbertiya me nirxên komînal û demokratîk ji bo xwe esas girt. Rêbertî ew nirxên ku mirovahiyê di dîrokê de ji bo demokrasiyê, azadiyê, wekheviyê avakiriye û zanist di xwe de kir yek. Ji ber ku derketineke li ser hîmên mezin bû, bi xwe re guhertinên pir mezin jî di nava civakê de pêşxist.

DI ÇÊBÛN Û ROJBÛNA RÊBERTİYÊ DE QONAXA DUYEMÎN

Zayîna duyemîn li ser naskirina sosyalîzmê pêş dikeve. Di vir de xwe kûr kirin, li ser wî esasî komek ji bo xwe bingeh girtin tê dîtin. Hîmê wê di sala 1973’an li Enqerê, li Bendava Çubuk’ê hatiye avêtin. Çêbûna duyemîn li vir hiltê. Wiha ev gav tê avêtin.

Sosyalîzm ilma civakê ye, ev aliyê sosyalîzmê bi qasî dîroka mirovahiyê kevin e. Dîroka sosyalîzmê bi dîroka mirovahiyê re destpê dike. Însan bi çi bû însan, bi civakbûnê bû însan. Sosyalîzm jî ilma wê ye. Rêbertî dibêje “ji sosyalîzmê guman kirin, ji mirovahiyê û civakbûnê guman kirin e û jê dûr ketin e.”

Zayîna duyemîn ya Rêbertiyê ji civakên li ser esasê dewletê avabûyî û ji dewletê qutbûn e. Lewma Rêbertiyê komeke îdeolojîk ava kiriye, bi wê komê têkoşîna xwe destpê kiriye.
Mirov vê baş di jiyan û têkoşîna Rêber APO de dibîne. Lêgerînên Rêbertiyê hemû ji bo jiyaneke azad e. Gûrûba îdeolojîk û avabûna PKK’ê, gav avêtina jiyaneke nû ye. Li ser wî esasî jiyaneke nû, civakeke nû û kesayeteke nû pêşxistin e, û bi giştî jî PKK ev e. Bi temamî çêbûna PKK’ê vê îfade dike.

Mirov dikare ji vê demê re bêje, hilhatin û şiyariya gelê Kurd. Weke din jî mirov dikare jê re bêje, îsyan û serhildêriya destpêkê. Mirov dikare bêje namûs û keramet rakirina ser piyan bû. Bi wêrekî pêngava azadî û hizirê avêtin bû. Dîsa ji her aliyê ve xwe ji koletiyê qutkirin e, li dijî dagirkeriyê çalakiya serkeftî ya destpêkê ye. Ji bo gelê Kurd îdeolojî û felsefe pêşxistin e. Ev gihandina rêxistinê û milîtanê wê, gerîlayê wê çêkirin e. Ev pêvajo bi kedê, baweriyê, serkeftinê û bi manedanê, hatiye avakirin.

DI ÇÊBÛN Û ROJBÛNA RÊBERTİYÊ DE QONAXA SÊYEMÎN

Ev qonax ji komploya navnetewî destpê dike û heta roja îro berdewam dike. Ev dem, ji bo pirsgirêkên mirovahiyê dema çareserî peyda kirinê ye. Lewra ev çêbûn ji bo însaniyetê ye. Bi awayekî wêrektir, bi pêngavên destpêkê re têkildar, bi biryareke xurt, ew hedefên ku destpêkê Rêbertiyê danîne pêşberî xwe pêkanîn e. Rêbertî komplo vala derxist û alternatîfa wê pêşxist. Ger Rêbertî ew sîstem analîz nekiriba, alternatîfa wê bihêz pêşnexistiba, wê komplo biserketa. Rêbertî bi vî şêwazî xwe hem li pêşberî xeteriyan girt, hem jî li hemberî komplogeran tola xwe hilda. Tolhildan di rêxistinê û çalakiyê de digire. Bi vî rengî tolhildaneke mezin girt.

JIN Û RÊBERTÎ

Rêber Apo di çareserkirina pirsgirêkên civakî de rolek mezin da jinê. Çanda xwedawendan ku mêr tu carî destûr nedidayê ji aliyê Rêber Apo ve li tevahiya cîhanê re hat eşkerekirin. Jin di dîroka xwe de her tim rastî êrîşên kole û koledariyê hatiye. Lê piştî derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê, rêxistina destpêkê ya jinê Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê hat avakirin, êdî jin bi hêza xwe hesiya. Dawiya sala 1993’an artêşa jin hat avakirin, di heman salê de jî çalakiya yekemîn li çiyayê Cûdî bi pêşengiya jinê hat destpêkirin. Ev destkeftiyên ku jinê bi dest xist û di her warî de xwe îspat kir, bi saya fikra Rêber APO û Sakîne Canciz e ku êdî zîncîra koletiyê ya li ser jinan şikandin û jiyaneke nû ji bo jinê dan avakirin.Bi derketina Rêber Apo re jin êdî xwe nas kir, azadiya xwe bi dest xist. Rêber Apo ji tevahî jinên cîhanê re bû hêz, ev yek jî hişt ku jin bi huner û çanda xwe re bibe yek. Jinan berê xwe dan heqîqetê.
Jin mehkumê vê ne, mehkumê serkeftin û azadiyê ne. Azadiya Rêbertiyê ne. Me ji bo wê sond xwariye. Rêbertiya me rêbertiyeke fedayî ye, emê jî xwedî vê xetê derkevin. Jin û jinên ciwan pêşenge vî gelî ne. Bi Rêbertî re hevaltî kirin, bi Rêbertî re hatina girêdan, bi axaftinê nabe. Ev bi çi çêdibe, bi taybetmendiyên Rêbertî ji bo xwe esas girtinê çêdibe. Bi zihniyeta Rêbertî fikirandinê çêdibe. Bi şêwazê Rêbertî tevgerînê çêdibe. Bi temsîlkirina jiyana Rêbertî çêdibe. Bi tarzê têkoşîna Rêbertî têkoşanê çêdibe. Ya ku me bike hevalên Rêbertî yên rast, ev e.

Pêvajoya ku em tê de ne û têde derbas dibin ji jin û jinên ciwan berpirsyartî û xwedî derketin dixwaze. Her jin, di vê pêvajoyê de wê li ser vî esasî bimeşe. Di vê pêvajoyê de her jin bi van erk û berspirsiyariyan, wê biçe ser karên xwe. Wê berpirsiyariya xwe wiha pêkbîne. Li ser rêya têkoşîna jina azad bimeşê û rola peşengtiyê bileyze.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiya YCWK’ê ya Mêrdîn/Qoserê!

Nivîsa Pêş

Li Kobanê komxebatê Rebertî û Jinên Ciwan hate li dar xistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Kobanê komxebatê Rebertî û Jinên Ciwan hate li dar xistin

Li Kobanê komxebatê Rebertî û Jinên Ciwan hate li dar xistin

Li gelek navçeyan amadekariya Kongreya Ciwanên Şoreşger

Li gelek navçeyan amadekariya Kongreya Ciwanên Şoreşger

Manşet

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPJ’ê Şehîd Aryen Arê û Êrîş Berxwedan Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şandeya Îmraliyê Ji Îmraliyê Vegeriya

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.