Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

KCK: Berxwedan û serketina dîrokî ya li Wanê pêk hat

KCK’ê destnîşan kir ku berxwedana gelê Wanê şoreşek e û got, “Gelê Wanê, bi şêweyê nû yê serhildanê ku bi temamî bi hişmendî, vîn û dînamîkên xwe yên siyasî pêş xistiye, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi merhaleyek nû kiriye."

Edîtor: Nucan Serdoz
04/04/2024 - 10:54
di nav Bakur, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Şerê Gelê Şoreşgerî
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî hewldana desteserkirina vînê ya li Wanê daxuyaniyek nivîskî da.

KCK’ê got, “Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê yê têkçûna xwe qebûl nekir, hewl da vîna gelê Wanê desteser bike. Ev hewldan di encama berxwedanê de hatiye astengkirin û vala derxistin. Berxwedan û serketina dîrokî ya li Wanê pêk hat, di encama hevgirtin û keda hemû gelên Tirkiyeyê de bû. Em vê berxwedana mezin, watedar û dîrokî ya gelan pîroz dikin û silav dikin. Li gelek deverên Tirkiyeyê bi taybetî li bajarên Kurdan ji bo piştgiriya gelê Wanê çalakî hatine lidar xistin û li dijî desteserkirina vênê ya ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê hemû gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê helwesteke gelekî watedar nîşan dan. Ev helwesta watedar a gelan û hêzên demokrasiyê ya li dijî desteserkirina vînê, gelan nêzî hev kiriye, hesta jiyana hevpar û zemîna têkoşînê xurt kiriye. Serketina li Wanê serketineke rasteqîn a demokrasiyê ye. Li dijî hewldanên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên ji bo sazîkirina faşîzmê, sekna demokratîk a ji aliyê gelan ve hatiye pêşxistin e. Rê li ber demokratîkbûna Tirkiyeyê vekir; Nîşan daye ku wê bi berxwedan û têkoşîna hevpar a gelan a li dijî faşîzmê, talan û diziyê encam bê girtin. Di vê wateyê de pêşketineke gelekî dîrokî û gelekî watedar e.”

LI WANÊ VÎNA TEVAHIYA TIRKIYEYÊ HAT RIZGARKIRIN

Di daxuyaniya KCK’ê de hat gotin, “Bi awayeke eşkere derket holê ku polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê yên li ser bingeha dijminatiya li Kurdan Tirkiyeyê çawa xistiye nava qeyran û ber bi kerasetê ve biriye” û wiha dom kir, “Desthilatdariya AKP-MHP’ê ne tenê zilmê li gelê Kurd dike, di heman demê de nebaşiyê li tevahiya Tirkiyeyê û gelên Tirkiyeyê dike. Ked, xwêdan, çavkanî û nirxên Tirkiyeyê îstîsmar dike, civakê bi zextên faşîst diçewisîne û ber bi birçîbûn û xizanî ve dikişîne. Daxwazên civakê yên azadî, demokrasî, edalet, jiyaneke mafdar û bi rûmet bi temamî difetisîne û hewl dide li Tirkiyeyê rejîmeke mêtîngeriya faşîst a tam ava bike. Bi awayekî eşkere her roj gefê li Kurdan dixwe, civakê parçe dike, hewl dide her kesî bike dijminê gelê Kurd û gelan bike dijminê hev. Li hemberî daxwaza herî biçûk a demokratîk jî tehemul nake, di bin navê têkoşîna li dijî Kurdan de Tirkiyeyê ji demokrasî û azadiyê bêpar dihêle û siberoja Tirkiyeyê didize. Gelê Kurd, gelê Tirk û gelên din ên Tirkiyeyê rastî zext û mêtîngeriya vê zîhniyeta nîjadperest, faşîst, paşverû, diz û talanker tên. Têkoşîna gelan a li dijî vê zilm û îstîsmarê di esasê xwe de yek e, hevpar e. Gelê Kurd li dijî înkar, nîjatperestî û faşîzmê têkoşîna azadî û demokrasiyê dide. Çareseriya pirsgirêkên xwe di demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de dibîne û ji bo vê têdikoşe. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ne tenê daxwaza gelê Kurd, daxwazeke hevpar a hemû gelên Tirkiyeyê ye. Ev yek bi xurtî li Wanê bi pratîk bû. Li Wanê ne tenê vîna gelê Wanê, îradeya tevahiya Tirkiyeyê rizgar bû. Ya ku berxwedana li Wanê mezin û watedar dike ev taybetmendiya wê ye. Ev pêşketineke gelekî girîng û kêfxweş dike.”

HESABÊ FAŞÎZMÊ BI SER NEKET, BERXWEDANA GELAN HESABÊ WAN XIRA KIR

Di daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de ev xal jî hatin destnîşankirin:

“Hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê li Tirkiyeyê rewşeke nû derxist holê. Zext û hîle encam negirt û faşîzma AKP-MHP’ê têk çû. Yên bi ser ketine gel û hêzên demokrasiyê ne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê nekarî vê têkçûna dîrokî qebûl bike, bi komployên nû re hewl da vîna gelan desteser bike. Hem li Kurdistanê hem jî li gelek deverên Tirkiyeyê serî li hîle û komployan da. Lê belê gelên hem li Tirkiyeyê hem jî yên Kurdistanê li dijî van komployên AKP-MHP’ê helwesteke zelal nîşan dan. Ev helwestên li rojhilatê Tirkiyeyê û Kurdistanê derketine holê pir girîng in, hemû bi armanca misogerkirina demokrasiyê ne. Berxwedan û helwesta li Wanê jî bi vê armancê pêk hat û bi serketinê re berxwedanên ku li tevahiya Tirkiyeyê li dijî komployan bi pêş ketin xurtir kir. Desthilatdariya AKP-MHP’ê plan kir ku vîna gelê Wanê desteser bike û li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê dest dîne ser vîna gel. Eger li Wanê bi ser bixista, wê gav bi gav li Kurdistan û Tirkiyeyê pêk bianiya. Lê belê ev hesabê faşîzmê bi ser neket û hevgirtin û berxwedana gelan ev hesab vala derxist.

GELÊ WANÊ BI ŞÊWAZA NÛ YA SERHILDANÊ RE QONAXEKE NÛ DA DESTPÊKIRIN

Bê guman gelê Wanê di navenda vê berxwedanê de cih girt. Gelê Wanê berxwedaneke bê hempa raber kir û derbeke mezin li faşîzmê xist. Berxwedana gelê Wanê ku di 2’ê Nîsanê de dest pê kir û di 3’ê Nîsanê de bi serketinê bi encam bû, şoreşek e. Gelê Wanê, bi şêweyê nû yê serhildanê ku bi temamî bi hişmendî, vîn û dînamîkên xwe yên siyasî pêş xistiye, di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dest bi merhaleyek nû kiriye. Em vê berxwedan û şoreşa bê hempa ya gelê Wanê pîroz dikin û silav û rêzên xwe diyar dikin. Di heman demê de ligel gelê Wanê em hemû gelê Kurd ê li hemû bajarên Kurdistanê ji bo piştgiriya Wanê li ber xwe dane pîroz û silav dikin. Her wiha em jin û ciwanên ku pêşengiya berxwedanê kirine bi taybetî pîroz dikin.

Pêwîste hîn bêhtir li ser serketina di 3’ê Nîsanê de hat bidestxistin bisekinin û encamê jê derxînin. Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, ferz dike ku hêzên demokrasiyê yekîtiya xwe zêdetir pêş bixin. Ev yek ji encamên herî girîng e ku ji serketina 3’ê Nîsanê were derxistin. Ji ber ku ev serketina li dijî faşîzmê encama têkoşîna hevpar û hevgirtinê bû. Bi temamî têkbirina zîhniyeta faşîst a nîjadperest, paşverû, diz, talanker û pêşxistina demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ancax bi hîn bêhtir xurtkirina têkoşîna hevpar û hevgirtinê dikare pêk were. Li Wanê rêya vê hat vekirin û gavên destpêkê hatin avêtin. Ya ku divê were kirin, mezinkirina wê ye. Bi vê hêvî û baweriyê em bang li gelan û hêzên demokrasiyê dikin ku yekîtiya xwe xurt bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Pêkhateyên Şengalê: Îradeya gel ji êrişên Erdogan bihêztire

Nivîsa Pêş

YJA Star: Em roja bûyîna Kurdê azad, mirovahiya azad e pîroz dikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gerîlayên HPG-YJA Starê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

YJA Star: Em roja bûyîna Kurdê azad, mirovahiya azad e pîroz dikin

Dîmen: 4’ê Nisan pîroz be

Dîmen: 4'ê Nisan pîroz be

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Başûr: ‘Li dijî êrîşên dagirker em ê bibin mertal’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.