Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Trafîka dîplomasiyê ya dewleta Tirk a dijî Gelê Kurd: Bexda, Hewlêr û Tahran!

Edîtor: Nucan Serdoz
07/02/2024 - 9:58
di nav Analîz, Başûr, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Trafîka dîplomasiyê ya dewleta Tirk a dijî Gelê Kurd: Bexda, Hewlêr û Tahran!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê Parastinê û Fermandarê Artêşa Tirkiyeyê duh li Bexdayê bi rayedarên Iraqê re civiya, piştî Bexdayê berê xwe dane Hewlêrê. Wezîrên şer beriya bigihijin Hewlêrê, balafiran bîrdariya şehîdên Kortekê bombebaran kir, lê rayedarên Hewlêrê tevî êrişê jî dagirkeran bi kêfxweşî pêşwazî kirin. Dewleta Tirk ji bo tinekirina Gelê Kurd, li rê û rêbazên nû digere.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên ji bo dagirkirina tevahî xaka Başûrê Kurdistan û tinekirina Gelê Kurd bê navber dewam dikin. Lê dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê jî êdî nikare xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê bigre.

Dewleta Tirk a dagirker ya ku nikare xwe li ber berxwedana gerîlayên azadiyê rabigre, ji bo rê û rêbazên nû ketiye nava liv û tevgerê.

Trafîka dîplomasiyê

Bi sala nû re de Artêşa Tirk a dagirker ku pişta xwe daye teknîk û hekvariya PDK’ê derbên giran ji gerîlayên azadiyê xwar. Bi taybet di operasyona gerîlayên azadiyê ya li Zapê de, dewleta Tirk şok mayî ma û derbek giran xwar. Gerîlayên Azadiyê di 12’ê Çileya 2024’an de li dijî dagirkerên li Zapê Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet Dêralok lidar xist. Di operasyona şoreşgerî de herî kêm 61 dagirker hatibûn cezakirin.

Piştî vê derbê, dewleta Tirk trafîka dîplomasiyê da destpêkirin. Destpêkê Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin berê xwe da Bexda û Hewlêrê.

Piştî vê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan zemîna êrişan bi gefên li ser YNK’ê amadekir. Hakan Fîdan di 4’ê mehê de carek din gef li YNK’ê xwar û da zanîn ku ew neçarin gavên zêdetir bavêjin.

Hakan Fîdan beriya wê jî di 16’ê Çileya 2024’an de gefa êrişan xwaribû, piştî gefên Hakan Fîdan, di 18’ê Çileyê de şoreşger û pêşenga jin ya Kurd Firyal Silêman li Kerkûkê hate qetilkirin. Piştî gefên Hakan Fîdan, rayedarên dewleta dagirker berê xwe dan Bexda û Hewlêrê.

Misteşarê MÎT’ê Îbrahîm Kalin di 22’yê Çileya 2024’an de serdana Iraqê kir, Kalin tevî serokkomarê Iraqê bi gelek rayedarên Iraqê re civiya. Piştre Îbrahîm Kalin serdana Hewlêrê kiri û di 28’ê Çileyê de bi serokê PDK’ê Mesud Barzanî re civiya bû. Bi taybet jî li gorî agahiyan tê gotin, Kalin ji bo destwerdana Kerkûk û dijberiya tevgera azadiya Gelê Kurd serdana Hewlêrê kiriye. Ji xwe piştî serdanê, heya niha jî encûmena parêzgeha Kerkûkê nekariye bicive û waliyek Kurd ji bo Kerkûkê were diyarkirin.

Reîsî çû Enqereyê

Piştî Kalin, vê carê serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî berê xwe da Enqereyê. Reîsî li Enqereyê bi serokkomarê Tirk Erdogan re civiya. Tevî hat gotin, mijara sereke ya civînê şerê Hamas-Îsraîlê bû, lê tê gotin dewleta Tirk ji Îranê xwestiye dijî tevgera azadiya Kurdistanê alîkariyek zêdetir bide.

Wezîrên şer vê carê berê xwe dan Bexda-Hewlêrê

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Artêşa dewleta Tirk a dagirker Metîn Gurak duh gihiştin Bexdayê. Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serfermandarê Giştî yê Artêşa Tirk Metîn Gurak di serdana xwe ya ji bo Bexdayê de, destpêkê Serokkomar Letîf Reşîd û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re hevdîtin pêk anîn. Piştre jî bi Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Iraqê Qasim Erecî re civiyan. Herwiha wezîrê şer yê dewleta Tirk pişt re jî bi Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd Riza El Ebasî û Wezîrê Karên Navxwe Ebdulemîr Şamarî re jî rûniştin.

Derbarê civînê de, ji Serokkomariya Iraqê daxuyaniyek hate weşandin. Li gorî daxuyaniyê, serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd di civînê de ji Tirkiyeyê xwestiye êrişên xwe yên li ser serweriya Iraqê bidin rawestandin û qeyranên heyî bi rêya diyalogê çareser bikin.

Derbarê civîna bi serokwezîrê Iraqê re jî, ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek belav kir. Li gorî daxuyaniyê di civînê de serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ji wezîrê şer yê Tirkiyeyê re ragihandiye ku ew binpêkirina serweriya welatê xwe red dikin û ji bo vê jî ewê hemû tedbîran bigirin.

Derbarê civînên bi rayedarên din yên Iraqê re ti daxuyaniyek nehate belavkirin. Lê balkêşe ku civînên vê carê yên rayedarên dewleta Tirk, di asta herî jor ên leşkerî de jî pêkhatin.

Piştî Bexdayê, Hewlêr!

Weke her carê rayedarên dewleta Tirk a dagirker carek din berê xwe dan Hewlêrê. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şandeya pêre, piştî hevdîtinên li Bexdayê, duh berê xwe dan Hewlêrê.  Wezîrên şer li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêr ji aliyê Wezîrê Pêşmergeyan Şoreş Îsmaîl û Berpirsê Karûbarên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî ve hatin pêşwazîkirin. Wezîrên şer wê li Hewlêrê bi rayedarên PDK’ê re bicive!.

Beriya bigihi Hewlêrê, bombebaran

Di 27’ê Hezîrana 2019’an de, balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li Binarê Qendîlê komkujiyek pêkanîn. Di encama êrişa balafirên şer yên dewleta Tirk de welatiyên bi navê Ebdullah Elî, Kurdistan Ebdullah û Heryad Ebdulah ên ji gundê Eşqulke ya Binarê Qendîlê şehîd bûn û ji heman malbatê 5 kesên jî birîndar bibûn.

Wezîrên şer yên dewleta Tirk a dagirker beriya ku bigihijin Hewlêrê, balafirên şer yên artêşa Tirk bîrdariya Şehîdên Kortekê ya li Binarê Qendîlê bombebaran kirin û di encama êrişê de bîrdarî bi temamî hilweşiya.

Li şûna ku rayedarên Iraq û Herêma Kurdistanê bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker bidin, bi kêfxweşî pêşwaziya wan dikin. Di dema ku wezîrên şer li Iraqê ne, xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê ji aliyê Artêşa Tirk ve tê bombebaran kirin.

Trafîka dîplomasiyê bi eşkere dibêje, dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirin û tinekirina Gelê Kurd li rê û rêbazên nû digere. Bê guman wê encam û planên dewleta Tirk piştî trafîka dîplomasiyê derkeve holê.

 

Çavkanî: Rojnews

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bi şoreşê re derfetê wan çêbû ku jêhatîbûna xwe pêş bixin

Nivîsa Pêş

HPG: Hevrê Sason û Jêhat bi sekin û têkoşîna xwe bûn mînakên milîtaniya Apoyî

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Hevrê Sason û Jêhat bi sekin û têkoşîna xwe bûn mînakên milîtaniya Apoyî

HPG: Hevrê Sason û Jêhat bi sekin û têkoşîna xwe bûn mînakên milîtaniya Apoyî

Di derbarê komploya 15’ê sibatê de li Şehbayê civînek ji ciwanan re hate lidarxistin

Di derbarê komploya 15'ê sibatê de li Şehbayê civînek ji ciwanan re hate lidarxistin

Manşet

  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.