Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Jinên DEM-GENÇ’ê: Em ê hêza xwe mezin bikin

Edîtor: Nucan Serdoz
26/12/2023 - 12:00
di nav Analîz, Bakur, Ciwan, Giştî, Hevpeyvîn, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Jinên DEM-GENÇ’ê: Em ê hêza xwe mezin bikin
ParvekeTweet

AMED – Meclisa Ciwanan a Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) bi dirûşma “Vejînek Ciwan” 1’emîn Kongreya xwe ya Asayî di 24’ê Kanûnê de li dar xist. Kongre li Hola Dawetê ya Geterler a li navçeya Rêzana Amedê hat lidarxistin. Gelek ciwanên ku beşdarî kongreyê bûn bi pankartên vekirin û bi dirûşmên berz kirin ji bo azadiya fizîkÎ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd peyam dan.

Piştî kongreyê binçavkirin û lêpirsîn

Di kongreyê de behsa polîtîkayên şerê taybet, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin, ji nû ve birêxistinbûn û nexşeriya nû axaftin hatin kirin, dîlan hat girtin, tilîlî hat kişandin û dirûşm berz bûn. Biryardarî û kelecana ciwanan coş û moralek mezin da avakirin. Piştî kongreyê gelek ciwan hatin binçavkirin û hat ragihandin ku der barê kongreyê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Der barê hedefên pêvajoya nû ya ciwanan û coşa ku kongreyê da avakirin de em bi jinên ciwan ên beşdarî Kongreya Asayî ya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê bûne re axivîn. Jinên ciwan anîn ziman ku bi hûnandina xeta têkoşînê dê rêxistinbûna xwe bidomînin.

‘Em bihêz in’

Elîf Çoban anî ziman ku ew ê bi ruhê yekitî û piştevaniyê têkoşîna xwe bidomînin û wiha got: “Weke jin û ciwanên Kurd dewletek wisa li pêşberî me ye ku dixwaze bi polîtîkayên şerê taybet me ji cewherê me qut bike. Em bi desthilatdariyek wisa re rû bi rû ne ku bikaranîna madeyên hişbir teşwîq dike û jinan hedef digre. Riya têkoşîna li hemberî van rêxistinbûna ciwanan e. Ez gelek kêfxweş im ku îro li vir im . Em hem pir qelebalix in û hem jî bihêz in. Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin û bi ciwanî bi dawî bikin. Em gelek caran bi polîtîkayên li hemberî jinên ciwan re rû bi rû dimînin. Bi taybetî di salên dawî de gelek mînakên van ên şênber me dît. Ji ber vê yekê em bang li jinên Kurd dikin ku cewhera xwe binasin, bi cewhera xwe bi awayekî rêxistinkirî jiyana xwe bidomînin. Di vê xalê de jî hevalên me li qadan têdikoşin. Ne tenê li qadan em dikarin zextên li malan jî bi awayekî rêxistinî bi dawî bikin.”

‘Kongreyê moral û hêzeke mezin da me’

Nûjîn Îlbîlge ji yek ji kesên ku ji Mersînê beşdarî kongreyê bû, diyar kir ku qerebalixî û coşa ku çêbûye wê gelek kêfxweş kiriye û wiha got: “Em dikarin bibêjin ku axaftinên ku hatine kirin û sînevîzyona ku hat amadekirin hêzek da me. Di nava me de hestek kûr û bi wate ava bû. Ji ber tilîliyên dayikan ez bi kelecan bûm. Pêvajo xirab e em di ferqa wê de ne, em ciwan li dijî vê di her qadê de têkoşînê berdewam dikin. Di her qadê de xebatan didin meşandin û ciwanan hişyar dikin. Li dijî van polîtîkayan em di têkoşîna xwe de bi biryar û bi hêvî ne. Wê xebatên me bi awayekî bi bandortir û sîstematîk berdewam bike.”

‘Ev kongre ji bo polîtakayên sîstemê bû bersiv’

Bêrîvan Kocaoglu ku ji Rihayê beşdarî kongreye bû da zanîn ku li dijî polîtîkayên şerê taybet û tecrîdê weke jinên ciwan di hemû qadan de wê di nava xebatê de bin û beriya dest bi axaftina xwe bike destpêkê welatparêzin ku beşdarî kongreyê bûne silav kir û wiha got: “Li dijî polîtîkayên faşîst ên dewletê li vê derê li Kurdistanê em hatin ba hev. Ji bo careke din em ji fuhûşa ku heta taxên me û malên me hatiye re bibêjin ‘na’ em hatine ba hev. Ev kombûn ji bo polîtîkayên sîstemê bû bersivek dijwar û aşkere. Îro hemû di ferqa wê de ne. Dewlet bi polîtîkaya xwe ya şer îro li ser ciwan û jinan hewl dide bide meşandin. Bila jin li dijî van polîtîkayan serê xwe netewînin li dijî derbikevin. Bila ji dîrok û nirxên xwe hêzê bigrin. Îro hemû kesên ku li vê derê gelek kêfxweş û bi hêz in, weke ku min got hebûna me ya li vê derê ji bo sîstemê bersivek baş e.”

‘Ji bo bidawîbûna tecrîdê em li vir in’

Hêlîn Bayna bang li ciwanan kir ku bixebitin û xwe bi rêxistin bikin bi bîr xist ku divê ciwan li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê bi sekna bi biryar rawestin û wiha got: “Ji bo em zilma li hemberî Kurdan rawestînin û bînin ziman ku em li dijî tecrîdê ne em li vê derê ne. Bi van polîtîkayan hedefa me ew e ku ciwan û nifşên nû asîmîle bikin. Em ê weke ciwan li dijî van polîtîkayan rawestin û ji bo hişyariya çandê li her cihê xebatan bidin meşandin. Bi taybetî em ê li gel ciwanan werin ba hev rûyê rast ê vê desthilatdariya faşîst nîşanî hemû kesan bidin. Em li hevalên xwe ciwan bang dikin ku hem ji bo dawîanîna faşîzmê hem jî ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Kobanê di bin êrîşên dewleta Tirk a faşîst de bi sedan ciwan ji bo bîranîna şehîdên xwe meşiyan

Nivîsa Pêş

Ferhad Şamî: Êriş wê bê bersiv nemînin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ferhad Şamî: Êriş wê bê bersiv nemînin

Ferhad Şamî: Êriş wê bê bersiv nemînin

Meclîsa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji raya giştî re daxuyaniyek da

Meclîsa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ji raya giştî re daxuyaniyek da

Manşet

  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.