Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Jinên li Dusseldorftê li hev civiyan: Dema azadiya Rêber APO ye

Edîtor: Nucan Serdoz
22/10/2023 - 18:45
di nav Çalakî, Enternasyonal, Ewropa, Giştî, Jinên Ciwan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 4 mins read
A A
Jinên li Dusseldorftê li hev civiyan: Dema azadiya Rêber APO ye
ParvekeTweet

DUSSELDORF – Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku  10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê hate destpêkirin de li Dusseldorfê forûma bi navê “Azadî wê bi ser bikeve” hate lidarxistin. Di forumê de dîlgirtina 25 salan a Rêber APO û berxwedana dide meşandin hat nîqaşkirin. Bi taybetî li ser xeta rêxistinî ya ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê rawestiyan.

Di serî de ji Fransa, Elmanya, Swîsre, Swêdê û gelek gelek deverên Ewropayê zêdetirî 300 jin beşdarî forûmê bûn.

Tevî rêxistinên jinên Kurd ên weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, KJAR, TEKO-JIN, FEDA û Rêxistina Jinên Êzidî, gelek rêxistinên jinan ên Ewropayê yên ji bo piştevaniya bi Kurdan re di nav de, Kolektîfa Rojava-Azadî jî beşdarî forûmê bûn.

Rûniştina yekemîn a ku moderatoriya wê ji aliyê Gulîstan Îke ve hat kirin, li ser navê TJK-E Gonul Kaya perspektîfa azadiya jinê ya Rêber APO û bandora wê ya li Rojhilata Navîn nirxand. Gonul Kaya anî ziman ku tecrîd tenê li ser Rêber APO nayê meşandin, paradîgmaya wî û têkoşîna azadiya jinê hedef tê girtin.

Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk jî axivî û diyar kir ku tecrîda ku ev 25 sal in tê meşandin hem di hiqûqa navxweyî hem jî di hiqûqa navneteweyî de cih nagire û diyar kir ku serlêdanên wan bê encam mane. Raziye Ozturk bêdengiya saziyên navneteweyî bi taybetî Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) ya li hemberî tecrîdê jî rexne kir.

Di rûniştinê de endama heyeta Îmraliyê û çalakger profesor Yanîra Hermîfa Martîn jî axaftinek kir.

Di rûniştina duyemîn de gelek saziyan der barê çawaniya beşdarbûna pêngava 10’ê Cotmehê de nêrînên xwe anîn ziman. Meclîsa Jinên Êzidî, saziyên jinên Kurd ên di nav de Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk a Ewropayê, Platforma Serhildan a ji jinên Fransî pêk tê, Kolektîfa Rojava Azadî, rêxistinên jinan ên ji Elmanya, Îtalya, Katalonya, Bask, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Komaw-Dayikên Şehîdan, Akademiya Modernîteya Demokratîk di rûniştina duyemîn de nirxandin kirin.

Saziyan destnîşan kirin ku azadiya Rêber APO azadiya jinê ye û diyar kirin ku ew ê bi hemû hêza xwe bi awayekî çalak beşdar bibin.

Piştre encamname hat xwendin. Di dema xwendina encamnameyê de hemû beşdaran posterên Abdullah Ocalan hildan û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

ROJEVA SEREKE ŞIKANDINA TECRÎDÊ YE

Di encamnameyê wiha hat gotin: “Helbet weke jin em azadiya xwe û ya gelan di azadiya Rêber Apo de dibînin. Parastin û misogerkirina kesayeta jina azad rasterast bi hilweşandina dîwarên Îmraliyê ve girêdayî ye.”

Di forûmê de xalên bingehîn ên tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û hemû bindestan tê meşandin hatin nîqaşkirin û ev peyam hat dayîn: “Rojeva me ya sereke şikandina tecrîda li Îmraliyê û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”

Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Ya ku wê polîtîkayên kapîtalîzmê rawestîne hêz û berxwedana rêxistina me ye. Em weke tevgera jinan divê li dijî polîtîkayên tecrîd, zext û qirkirinê demildest bikevin nava tevgerê.”

Encamname wiha berdewam kir: “Em bawerin û îdia dikin ku bi fikir û paradîgmaya azadîxwaz a Rêber Apo em dikarin van polîtîkayên xwînrêj rawestînin û jiyana azad ava bikin. Beriya her tiştî divê meclîs, komun û hemû şebekeyên me yên rêxistinkirî beşdarî pêngava 10’ê Cotmehê ya hatiye destpêkirin bibin. Werin em bi hemû hêza xwe çalak û hestiyar bin. Em dibêjin dema azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo wê kapîtalîzma modern û hemû polîtîkayên wê yên îmhayê têk bibe.”

Encamname wiha bi dawî bû: “Ji îro û pê ve em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêber Apo û pêkanîna şoreşa jinê mezin bikin. Em bang li hemû tevgerên jinan dikin ku tevlî pêngava me bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Qamişloyê wesayitek teqiya

Nivîsa Pêş

Cezayê girtîgehê li rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandin hate birîn

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Cezayê girtîgehê li rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandin hate birîn

Cezayê girtîgehê li rojnamevanên ku qetilkirina Jîna Emînî ragihandin hate birîn

Ciwanên Mexmûrê piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber APO kir

Ciwanên Mexmûrê piştgiriya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber APO kir

Manşet

  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.