Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Besê Erzîncan: Ciwan wê paşve gavê neavêjin

Edîtor: Nucan Serdoz
22/09/2023 - 18:30
di nav Analîz, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Besê Erzîncan: Ciwan wê paşve gavê neavêjin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan beşdarî bernameya ‘Xwebûn’ a li Jin TV bû û bersiv da pirsên Arjîn Baysal.

Besê Erzîncan bi bîr xist ku hemû tevgerên azadiyê, ekolojî, demokrasî û jinan bi giranî ji ciwanan pêk tê û got, “Di çalakiyên dijî sîstema kapîtalîst de ciwan li refên herî pêş e. Ji ber ku ciwan ji paşeroja xwe bi hêvî nînin. Di nava civaka Kurd de jî rewş bi heman rengî ye. Dema Newroz tê, yên herî zêde derdikevin pêş ciwan in. Di nava gerîla de yên li cihên herî zehmet in û fedakariyê dikin, ciwan in. Di pirsgirêka Kurd de yên destpêkê serî hildidin ciwan in. Hem bi wêrekî, hem jî bi fikrê xwe pêşengiyê ji civakê re dikin.”

Endama Koordînasyona KJK’ê anî ziman ku modernîteya kapîtalîst naxwaze ciwan azad bibin û wiha dewam kir: “Ciwanan ber bi fûhûş û narkotîkê ve dehf dide. Armanca modernîteya kapîtalîst ew e ku ciwanan bê îrade bihêle, bike ku li ser azadî, siyaset, welat û demokrasiyê nikaribe bifikire. Dixwaze ku ciwan tenê roja xwe derbas bike, her tiştî biqedîne, nirxekî civakê nehêle. Ev ciwan jî li gorî neteweye dewletê li gorî berjewendiyên şexsî dijîn. Ciwanên bi vî rengî dema mezin dibin tundiyê li jinê dikin, bêexlaqiyê li mezinên xwe dikin, jiyana komunal-kolektîf qebûl nakin. Sîstem naxwaze ku ciwan xwe nas bikin, xwe bi rêxistin bikin, biryara der barê xwe de bidin, naxwaze ku ji bo welatê xwe kar bikin.”

Besê Erzîncan bal kişand ser bêhêvîtiya li nava ciwanan, lê di heman demê de çareserî destnîşan kir û got, “Rast e, di nava ciwanan de bêhêvîtî gelekî heye. Lê belê bersiva herî mezin a li bêçaretiyê jî Rêber Apo ye. Bi taybetî jiyan, fikir û têkoşîna Rêber Apo ji gelek aliyan ve bersiva herî mezin e. Ciwan xwe di nava jiyanê de bêqîmet hîs dikin. Mirov dema ku hebûna xwe hîs dike bi coş tevlî nava jiyanê dibin.”

Besê Erzîncan diyar kir ku li Kurdistanê jî êrîşa herî mezin li hemberî ciwanan tê kirin û wiha dewam kir: “Tevgera Jinê ya Kurd gihîştiye astekê. Li tevahiya Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê pêşengiyê ji berxwedana jinan re dike. Di nava civakê de dema ku jin rabe ser piyan û xwe bide pêş, zehmet e ku ew berxwedan bê şikandin. Sîstem niha çi dike? Eger ciwan, jin ên ciwan bişikên, di paşerojê de wê nikaribin rabin ser piyan. Bi vî rengî difikirin. Hîn di ciwantiyê de îradeya wan dişikîne, di ciwantî de dizewicîne. Li Îranê zewicandina zarokên 13-14 salî qanûnî ye. Zaroka ku bi xwe, bi jiyanê, bi hebûna xwe nizane bi mêrekî ‘tê zewicandin’. Ev yek şikestinê bi xwe re tîne. Piştî ku dibe xwedî zarok, tenê li xwe û malbata xwe difikire. Nikare li tiştekî din bifikire.

Ev yek polîtîkayeke bi zanebûn e. Mirov hîn di zarokatiyê de hînî fûhûş û narkotîkê têne kirin ku ev yek polîtîkaya dewletê ye. Ji berê ve li ser Kurdistanê dijmin şerekî taybet dimeşîne, lê salên dawî giran kiriye.”

Besê Erzîncan bi bîr xist ku ji bo destavêtina li keçan, tîmên taybet têne şandin û got, “Mînakên van hemûyan hene. Em ji jin ên ciwan re dibêjin ku xwe bi rêxistin bikin, haya xwe ji polîtîkayên dewletê hebe. Eger bi rengekî rêxistinî tevbigerin wê karibin xwe biparêzin. Lê belê eger bi tenê bimînin wê bêne xapandin. Xwe li ser bingeha fikrê demokrasî û azadiyê bi rêxistin bikin û bi vî rengî tevlî nava jiyanê bibin, pêşengiyê ji civakê re bikin. Li Kurdistanê sîstem çiqasî bixwaze êrîşî ciwanan bike jî çiqasî hewl bide îradeya wan bişikîne jî, ciwan zû bi zû dest jê bernade, radibe ser piyan, israr dikin, wêrek in. Ji ber ku hinek jê polîtîk bûn, fikrê azadiyê, fikrê Rêber Apo nas kirin, tevgera jinê û şehîd nas kirin, gavên hîn bi xurtî diavêjin. Dijmin çi dike bila bike, wê nikaribe bi ciwanan gavê paşve bide avêtin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Çalakiyên tolhildanê yên gerîla: 12 dagirker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

Nasnameya şehîdên Botan û Amedê hate eşkerekirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Nasnameya şehîdên Botan û Amedê hate eşkerekirin

Nasnameya şehîdên Botan û Amedê hate eşkerekirin

DOSYA: PDK partiya dagirkirina Kurdistanê ye!

DOSYA: PDK partiya dagirkirina Kurdistanê ye!

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.