Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Şerê gerîla yê rûmetê didome

Edîtor: Nucan Serdoz
16/09/2023 - 12:42
di nav Analîz, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Şerê gerîla yê rûmetê didome
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Bi çarçoveya giştî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, ji bo jiyanek birûmetir, ku bikaribe bi çand û exlaqê xwe bi şeklekî wekhev û azad tê de jiyan bike, ji bo jiyaneke ku cewherê mirovahiyê li nava xwe radigire ev 39 sal in li seranserî welat têkoşîna çekdarî bi rê ve dibe. Helbet aliyên felsefîk, bîrdozî ên vî şerê çekdarî heye. Heta mirov dikare bibêje bi giştî ev şer li ser felsefeye û bîrdoziyeke diyar tê birêvebirin. Lê ji xwe ji bo Kurdekî ku ji derveyî laşê wî tu tişt di destê wî de nehatiye hiştin, heta tehekûm li ser laşê wî/ê jî tê kirin, rêyeke cuda ya jiyana bi rûmet jî nemabû. Heta ruh, ziman û çanda wan dîl hatibû girtin û ber bi mirinek jêneger ve diçû. Ji bo Kurdên ku daxwaza jiyana azad dikirin û dikin, ji bo Kurdên ku alternatîfa jiyanek cudatir jêre nehatibû hiştin û ya lê dihat ferzkirin tenê mirin bû, şerê çekdarî tekane rêya rizgariyê bû. Lewma ciwanên Kurd beşdarî vê têkoşînê bûn şûnde xwe li ser felsefe û bîrdoziya Rêber Apo ava kirin û xwe li çeka xwe yanî tekane rêya hebûnê gerandin.

Bi vî awayî şerekî muhteşem li hemberî dijminên sondxwariyên xwîna Kurdan in dest pê kir. Bi çalakiya destpêkê ya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) re rayedarên Tirk qewlek 24 saetî dûvre jî qewlek 72 saetan dan gerîlayan û gotin; “Em ê di hundirê 72 saetan de wan tune bikin.” Belkî jî li gor şerekî, 72 saetên herî dirêj ango 72 saetên xwe belavî 39 salên tije têkoşînê kir. Va ye hîna jî rayedarên Tirk derdikevin û dibêjin; “Me derbeyên mezin li wan dane, em ê wan tune bikin.” Lê di rastî de ya ku pêk hatî di ronahiya fikrekê de zindîbûna gelekî ya li ber mirinê bû. Lewma gotinên tu rayedarê Tirk wê kêrî 5 qirûşan nehata. Ev şerê ku 39 sal li pey xwe hişt, di gelek qonaxên girîng re derbas bû û xwe gihand roja me ya îro. Her ku artêşa Tirk êrîşên xwe tund kir biryardarî û şerê ku gerîla bi rê ve dibir, xurtir bû.

Dema êdî dewleta Tirk fêm kir wê nikaribe gerîla tune bike vê carê xwestin hêzên navdewletî bigirin pişt xwe û bi piştgiriya van hêzan wê hewla tunekirina gerîla bide. Bêguman di qonaxeke ku sîstema kapîtalîst êdî serweriya xwe avakirî de wê tu rêxistineke ku li ser navê azadî û sosyalîzmê têkoşînê birêve dibe nepejirîne. Dewleta Tirk wisa xwest ku doza mafdar a têkoşîna azadiya Kurd û Kurdistanê terorîze bike. Helbet hêzên ku PKK li dijî xwe weke gef dît, ew û doza wê weke terorîst nîşan dan û her cure piştgiriya teknîkî dan dewleta Tirk.

Piştî ku artêşa Tirk bi dehan caran li beramberî şerê gerîla têk çû vê carê bi piştgiriya hêzên navdewletî ku hemû hêzên xwe yên teknîkî pêşkeşî şerê qirkirina Kurdan kirin, xwestin gerîla têk bibin. Bi pêşketina serdema şerê teknîkê re Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li gor pêdiviyên wê serdemê xwe li nav guhertin û veguhertinan re derbas kir. Bi xeta giştî ev guhertin li ser wê esasê ye ku gerîla bikaribe hemû çekan bi şeklê herî xurt bikar bîne û bi heman awayî bikaribe hemû teknîka serdemê vala derbixe ango serweriyê li ser çê bike. Bi vî awayî di ronahiya Moderniteya Demokratîk de gerîlayên serdemê, gerîlayên pispor ên Modernîteya Demokratîk xwe ava kir.

Gerîlayên azadiyê di van şerê çend salên dawiyê de pir caran serkeftina xwe ya di vê guherînê de bi çalakiyên xwe, bi derbeyên ku li artêşa Tirk dane nîşan da. Gelek mînakên berxwedaniyê ya gerîlayan hene lê di gerîlatiya serdema nû de dema ku gerilayan bi şeklê herî bandor teqtîkên xwe yên nû bicih anî serdema şerê 2021’an ê li herêma Avaşînê bû. Cara yekê gerîlayan wargehên xwe yên jiyanê weke çeperên şer bi kar anîn û di hundirê wan tunelên wargehan de gelek dagirker kuştin. Nexasim tunelên şer ên Werxelêya Avaşînê mînaka herî bandor e ku em bidin. Di hundirê wan tûnelan de gerîlayan jiyana xwe jî, şerê xwe jî bi hevdu re dimeşand. Wekî ku li ser medyayê jî xuya dibû, li ser sendromên heyî sendromek nû ji bo artêşa Tirk ava bibû. Çi teknîka ku artêşa Tirk li ser gerîla bikar dianî encam nedida û lewma vê carê artêşa Tirk exlaq û pîvanên şer, weke dehan caran beriya wî şerê binpê kir. Bi sedan, heta bi hezaran caran li ser wan tunelan gazên kîmyewî û çekên taqtîk nûklerî ku her du jî li gor rêzik û exlaqê şer ên navdewletî qedexe ne bi kar anî. Hem di şerê Avaşînê de, hem jî di şerê sala 2022’an ê li Zapê destpêkirî de ev bêexlaqiya artêşa Tirk gelek caran hatibû belge kirin. Lê yên ku naxwazin bibînin ango yên di vî şerê qirêj ê qirkirina Kurdan de şîrîkatiya dewleta Tirk dikin çavên xwe li vê yekê digirin. Li gel belgeyên sûcên artêşa Tirk jî van hêzan bi tu awayî dengê xwe li vê rewşê dernexistine.

Bi êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk re şer û berxwedaniya gerîla ya li seranserê herêma Zapê dest pê kir, li gel hemû teknîkan, li gel çekên qedexe yên ku bi kar tîne û li gel hêza xwe ya bejahî pir caran têkçûna artêşa Tirk a li miqabilê gerîlayan piştrast kir. Ji bihara sala 2022’an heya niha berxwedan û têkoşîna gerîlayan a li herêma Zapê didome û heya niha jî her roj agahiyên çalakiyên gerîlayan li ser medyayê belav dibin. Helbet medya şerê taybet a bi ser desthilatê ji bo xwe serkeftî bide nîşandan her roj dibêjin, vaye li filan deverê me ev qas gerîla tune kirine. Wisa hewl didin serê binkeftina xwe binixumînin. Heta wisa neçar mane ku, ji bo leşkerên xwe yên ji çalakiyên gerîla nasîbê xwe wergirtine bi tabûta vala merasîman çêdikin. Kes jî pirs nake ka cenazeyê van leşkeran li ku derê ye. Lê baş e ku gerîla dîmenên leşkerên cenazeyê wan di destê wan de ye ji raya giştî re parve dike û zanyariyên, desthilat dixwaze raya giştî lê serwext bike vala derdixe. Ger li bîra we were di berxwedana sala par a Girê Şehîd Şahîn de jî cenazeyên leşkeran ketibû destê gerîlayên azadiyê. Niha jî li girê Cûdî 4 cenazeyên leşkerên dagirkeriyê di destê gerîla de ye. Li gel ev hemû belgekirîne jî kes li aqûbeta van leşkeran napirse ango dewleta Tirk aqûbeta van leşkerên xwe ji raya giştî re parve nake.

Va ye îro berxwedanî û têkoşîna gerîla li tunelên şer ên girê Cûdî û yên devera Sîda gihîştiye asta xwe ya herî lûtkeyî. Di hundirê van tunelên şer de gerîlayên azadiyê ji saleke zêdetir e artêşa Tirk daye rawestandin û li pêş çarenûsa ku dijminên wan li gel ferz dike, bûne bendên ji pola. Ji destpêka vê tevgera dagirkeriyê ve, li gel hemû êrîşan Gerîlayên Moderniteya Demokratîk ku xwe bi giyan û tarzê serdemê pêçane, şer dikin û derbeyên mezin li neyarên xwe dixin. Va ye çavê bi hezaran mirovan li destana van lehengane ku di hundirê tunelên şer de dibin abîdeya jiyana bi şeref û rûmet. Van lehengan bi berxwedaniya xwe nîşanî her kesê dan ku artêş û teknîka li beramberî wan çi qas bihêz be jî li beramberî giyana wan têk diçe. Îro ya ku gerîla li tunelên şer raber dike ji berxwedanî û şerekî zêdetir e, ji ber vîna ew raber dikin ji ya mirovekî zêdetir e.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Kampanyaya ‘Bi jin, jiyan, azadî ber bi azadiyê ve’ dest pê kir

Nivîsa Pêş

​​​​​​​Çalakiyên bîranîna Jîna Emînî dest pê kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
​​​​​​​Çalakiyên bîranîna Jîna Emînî dest pê kirin

​​​​​​​Çalakiyên bîranîna Jîna Emînî dest pê kirin

​​​​​​​Bendeke li dijî bandorên şerê taybet ên li ser ciwanan: Koma Saz û Awaz

​​​​​​​Bendeke li dijî bandorên şerê taybet ên li ser ciwanan: Koma Saz û Awaz

Manşet

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed Omer Bi Rêya Deriyê Sînor ê Sêmalka Ber Bi Başûrê Kurdistanê Ve Hate Şandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.