Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê pêvajoya bêçalaktiyê bi dawî kir

Edîtor: Nucan Serdoz
13/06/2023 - 9:13
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KCK’ê pêvajoya bêçalaktiyê bi dawî kir
ParvekeTweet

BEHDINAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên tasfiye û tunekirinê yên li ser tevgera azadiyê û gelê Kurd daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Weke ku tê zanîn di 6’ê Sibata 2023’an de li Elbistan û Bazarcixê du erdhejên mezin qewimîn. Piştî ku me fêhm kir, encamên erdhejê gelekî girang in, weke Tevger em bi berpirsyariya xwe ya exlaqî û mirovî rabûn û me biryar dabûn ku heta ev rewşa giran a mirovî ji holê bê rakirin çalakiyan nekin, me ev biryara xwe jî bi raya giştî re parve kiribûn. Me bang li hêzên xwe hemûyan, her wiha hêzên demokratîk şoreşger ên li derveyî xwe kiribûn ku ji ber heman sedemê di serî de li bajaran çalakiyan nekin. Hêzên me yên Parastina Gel di çarçoveya vê banga me de daxuyaniyek dan raya giştî û ragihandin ku wan çalakî rawestandine, di vê pêvajoyê de ji bilî xweparastina li hemberî êrîşan ew ê çalakiyan nekin. HPG û yekîneyên wê yên leşkerî hemû, li gorî vê biryara Tevgera me tevgeriyan.

Di demekê de ku bandora giran a erdhejê hînê dewam dikir, Tirkiye kete nava pêvajoyeke hilbijartinê. Di vê hilbijartinê de ku hem gelê Kurdistanê hem jî civaka Tirkiyeyê girîng didît, ji bo zemîna provokasyonê ya desthilatdariya AKP-MHP a faşîst ji holê bê rakirin û di hilbijartinê de encamek bi kêrî gelan û hêzên demokratîk bê bidestxistin, me helwesteke welê nîşan dan ku biryara xwe ya bêçalakîtiyê heta dawiya hilbijartinê dewam bikin û me ev helwesta xwe jî bi raya giştî re parve kir. Bêguman em Tevger, çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin, ji bo vê jî têdikoşin. Lewma ev helwesta me di heman demê de piştgiriyek ji bo siyasetê û pêvajoya siyasî bû.

Bêguman gelê me, welatparêz, rêxistinên Kurd ên dost demokratîk, gelek kesayetan, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê, gelek hêz û saziyên li qadên navneteweyî û herêmî û raya giştî ya demokratîk ev biryara me erênî dîtin û piştgirî dan. Lê belê dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên ji bo dagirkirin, tasfiye û qirkirinê zêde kirin û ev biryara me têk birin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst di vê demê de êrîşên xwe qet nesekinand, êrîş bir ser qadên gerîla, çekên qedexekirî bi kar anî. Ji bilî qadên gerîla êrîş û komkujiyên li ser Kurdan li Başûr, Şengal, Mexmûr û Rojava dewam kir. Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî êrîşên li ser gel û siyaseta demokratîk zêde kir. Tecrîda li ser Rêber Apo bi rengê girankirî dewam kir. Bi kurtasî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst di çarçoveya konsepta tasfiye û qirkirinê de êrîşên li ser Tevgera me û gelê me zêde kir û tecrîda li ser Rêber Apo hîn bêhtir giran kir. Gerîla di vê demê de li gel êrîşên zêde yên artêşa Tirk jî li gorî biryara me tevgeriya, lê belê êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê ev biryara me bêwate kir. Li pêşberî vê helwesta me ku tê wateya tevkariya li pêvajoya siyasî, wijdanî û mirovî, muxalefeta li Tirkiyeyê jî nekete nava nêzîkatiyeke ku bersivê bide vê helwesta me, nêzîkatiya xwe ya neteweperest û teng dewam kir û cudahiya xwe ya ji desthilatdariyê nîşan neda.

Li gorî berpirsyariya xwe ya exlaqî û mirovî, her wiha ji bo pêşîgirtina li provokasyonên di dema hilbijartinê de, ji bo xurtkirina zemînê siyasî me ev biryar wergirtibû. Lê belê tevî vê biryarê jî zêdeyî çar mehan êrîş û komkujiyên li ser hêzên me û gelê me zêde bûn, dewam kirin, tecrîda li ser Rêber Apo hîn bêhtir hate girankirin. Li Silêmaniyeyê di kuştina şoreşger hevrê Baran Avrêl (Huseyîn Arasan) de eşkere bû ku faşîzma AKP-MHP’ê li dijî Tevgera me û gelê me dest bi pêleke nû ya êrîşê kiriye. Pêwîstî pê heye ku li dijî vê pêla êrîşê ya faşîst li her derê têkoşîneke çalak bê meşandin û derb li dijmin bê xistin. Ji ber van sedeman hemûyan, em ji îro û pê ve radigihînin ku biryara xwe ya rawestandina çalakiyan bi dawî dikin.

Êdî her kesî hîn baştir dîtiye ku heta faşîzma AKP-MHP’ê neyê hilweşandin ti pêşketin çênabe. Li ser bingeha vê rastiyê em bang li gelê xwe, hêzên demokratîk şoreşger û her kesî dikin ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst têkoşînê hîn bêhtir mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 13’Ê HEZIRANÊ 2023’YAN

Nivîsa Pêş

PKK: Şaristan Asmîn ji ber nexweşiyê şehîd ket

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
PKK: Şaristan Asmîn ji ber nexweşiyê şehîd ket

PKK: Şaristan Asmîn ji ber nexweşiyê şehîd ket

Milîsên Erdem Aşkan ên HBDH’ê çalakiya bersivdanê lidar xistin

Milîsên Erdem Aşkan ên HBDH'ê çalakiya bersivdanê lidar xistin

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26’Ê GULANA 2018 AN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.