Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

NPG: Em ê her tim li ser şopa xeta şehîdan bin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/05/2023 - 12:30
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
NPG: Em ê her tim li ser şopa xeta şehîdan bin
ParvekeTweet

BEHDINAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Şehîdên Meha Gulanê bi rêzdarî bi bîr anî. Daxuyaniya fermandariyê bi vî rengî ye:

“Em ewladê leheng ê gelê Derya Reş, kadroyê pêşeng ê têkoşîna me, ruhê veşartî yê Rêber Apo, şoreşgerê enternasyonal ê mezin hevrê Hakî Karer di salvegera 46’an a şehadeta wî de bi rêzdarî bi bîr tînin. Di şexsê hevrê Hakî Karer û Şehîdên Gulanê de şehîdên têkoşîna me ya azadiyê hemûyan bi dilsoziyeke mezin, bi minetdarî bi bîr tînin û soz didin ku têkoşîna pîroz a şehîdên me bi serkretinê tacîdar bikin.

Xeleka şehîdan ku 18’ê Gulana 1977’an bi şehadeta hevrê Hakî Karer destpê kir, di têkoşîna me ya bêmean de ku nîv sed sal e dewam dike, bi zêdeyî deh hezaran şehîdan veguherî Artêşa Şehîdan. Bûyerên şehadetê yên pêşengên mezin ên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û têkoşîna şoreşa Tirkiyeyê di meha Gulanê de qewimîn, her rojeke Gulanê bi meşa şehadetê ya bi lehengî ya şoreşgerên ku cihê wan nayê dagirtin, bi wate bûye. Jİ ber vê yekê Partiya me û gelê me 18’ê Gulanê weke ‘Roja Şehîdan’, meha Gulanê jî weke ‘Meha Şehîdan’ pênase kir û bi vî rengî derbasî dîrokê bû. Gelê Kurd her meha Gulanê bi wate û manewiyateke mezin pêşwazî kir, weke pêvajoya xwedîerketina li bîranîna şehîdan û pêkanîna armancên wan nirxand.

Rêber Apo li ser bingeha xwedîderketina li şehadeta hevrê Hakî Karer got, ‘Êdî xwîn jî rijiya, veger jê nabe’ û gihîşt biryardariya avakirina partiya me PKK’ê. Partiya me PKK li ser bingeha dilsoziya bi rastiya şehadetê û hevrêtiya heqîqetê ava bû, dilsoziya bi şehîdan re bû karakterê bingehîn ê PKK’ê. Bi deh hezaran şehîdên me ku tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn û şehîd ketin, ji bo dîroka me ya nîv sedsalê bû hêza meşandinê, çavkaniya sûdwergirtinê, moral, bawerî, biryardarî, hest, fikir û pêşeng. Ji ber ku Rêber Apo wateyeke mezin da her xeleka şehadetê, bû şervanê bêeman ê parastina nirxên mezin ên şehîdan, her şehadet veguherand pêngavekê û tevgera me li ser bingeha vê diyalektîkê roj bi roj mezin bû, gihîşt vê astê. Dijminên ku jê hebû bi şehadeta neferên fedaî yên têkoşîna azadiyê dikare partiya me PKK’ê lawaz û tasfiye bike, li hemberî diyalektîka şehîdan têk çû ku ev diyalektîk ji aliyê Rêber Apo ve weke derya heqîqet û wateyê ya mezin hate afirandin.

Îro jî meşa mezin, berxwedana dîrokî ya Rêber Apo ya li nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê i ser bingeha dilsoziya bi şehîdan re weke maratona nîv sedsalê bênavber dewam dike. Gelê Kurdistanê yê welatparêz şehîdan bi heybet û rûmeteke mezin pêşwazî dike, bi hêza ji şehîdan wergirtî têkşoîna azadiyê dewam dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê di nava şert û mercên herî giran de li dijî makîneyên qirkirinê yên hovane yên hêzên modernîteya kapîtalîst, li dijî teknîka şer a herî dawî û hovane, li dijî çekên kîmyewî li ser xeta şehîdan bi dilsoziyeke mezin li ber xwe didin.

Artêşa Şehîdên Nemir a PKK’ê di nava têkoşîna me ya azadiyê de ku bênavber dewam dike, her roj hîn bêhtir mezin dibe, her şehadet, her destaneke lehengiyê û sekna fedaî ya Apoyî me ber bi serketinê ve dibe. Di Meha Şehîdan a 47’an de li her devera Kurdistanê hevrêyên me bi lehengî li ber xwe didin, bi sekn û şerê xwe xeta şehîdan bi rengê herî şareza temsîl dikin û ber bi şehadetê ve bi lehengî dimeşin. Heta ku ewladên bi vî rengî yên fedaî yên gelê Kurdistanê hebin ku bêtirs şer dikin, bi wêrekiyeke mezin têdikoşin, doza azadiyê wê ti carî têk neçe û wê teqez bi ser bikeve.

Weke Hêzên Parastina Gel ên Kurdistanê ku bi pêşengiya Partiya Şehîdan PKK’ê şer dikin, em ê her tim şopdarên xeta şehîdan bin, meşa xwe ya Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad her roj mezin bikin, xwedî li bîranîna şehîdên xwe derkevin û teqez bi serketinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em careke din şehîdên xwe bi hurmet û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku hêjayî bîranîna wan bin, bêyî ku tawîzê ji vê yekê bidin em ê şer bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: Şehîdên meha Gulanê pêşeng in

Nivîsa Pêş

Li 14 herêmên li Şirnexê qedexe hate ragihandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li 14 herêmên li Şirnexê qedexe hate ragihandin

Li 14 herêmên li Şirnexê qedexe hate ragihandin

PKK: Em hîn bi bandor têbikoşin

PKK: Em hîn bi bandor têbikoşin

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.