Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: Em hîn bi bandor têbikoşin

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
17/05/2023 - 15:27
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
PKK: Em hîn bi bandor têbikoşin
ParvekeTweet

BEHDINAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan a Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Weke ku tê zanîn, me şehîdê xwe yê destpêkê yê mezin ê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di 18’ê Gulana 1977’an de li Dîlokê da. Berxwedana me ya azadiyê û partiya me ku pêşenga me ya azadiyê ye, ji bo bîranîna şehîdê me yê destpêkê yê mezin hevrê Hakî Karer ava bû. Rêber Apo ji bo hevrê Hakî Karer got ‘Mîna ruhê min ê veşartî bû’. Xwedîderketina rast a li bîranîna hevrê Hakî Karer bi xwe re berxwedan û şehadetên nû anî. Di 19’ê Gulana 1978’an de me li Hîlwanê hevrê Halîl Çavgûn şehîd da. Di êvara 17’ê Gulana 1982’an de çalakiya berxwedana dîrokî ya Çaran pêk hat ku zindana Amedê ronî kir. Di 16’ê Gulana 1997’an de nêzî 70 hevrêyên me li Hewlêrê ji aliyê xiyaneta PDK’ê ve hatin qetilkirin. Welê bû ku di her roja meha Gulanê de bi dehan şehîdên me hatin dayin. Lewma meha Gulanê bû ‘Meha Şehîdên Kurdistanê’, 18’ê Gulanê jî bû ‘Roja Şehîdên Kurdistanê’.

BI HURMET, HEZKIRIN Û MINET

Em Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û gelê Kurd ketine meheke nû ya Şehîdan û dikevin rojeke nû ya şehîdan a 18’ê Gulanê. Di salvegera 46’an a şehadeta wî de pêşengê şoreşger ê mezin hevrê Hakî Karer bi rêzdarî, hurmet û minetdariyeke xurt bi bîr tînin. Di şexsê hevrê Hakî Karer de em şehîdên leheng ên meşa azadiyê ya mezin a pêncî salî bi rêzdarî û bi hurmet bi bîr tînin, soza xwe dubare dikin ku armancên wan bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin. Em Rêber Apo ku xwe weke ‘Berdevkê Şehîdan’ pênae dike û berxwedana dîrokî ya Îmraliyê silav dikin. Em destnîşan dikin ku di sala 47’an a têkoşînê de li ser xeta Rêbertî û Şehîdan li ber xwe bidin û teqez bi ser bikevin.

JI BO XWEDÎDERKETINA LI BÎRANÎNA WAN

Weke ku tê zanîn di meha Gulanê de şehîdên mezin ên Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê hene. Di 6’ê Gulana 1972’an de Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan li Enqereyê hatin darvekirin. Di 18’ê Gulana 1973’an de Îbrahîm Kaypakkaya li emniyeta Amedê bi êşkenceyê hate qetilkirin. Dawiya meha Gulanê Sînan Cemgîl û hevalên wî li Nûrheqê di şer de şehîd bûn. Di salvegera 50’emîn a şehadeta wan de pêşengên şoreşger ên mezin Îbrahîm Kaypakkaya û Sînan Cemgîl, di şexsê wan de jî şehîdên lehegn ên têkoşîna demokrasî û sosyalîzmê ya Tirkiyeyê hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin. Rêber Apo ji bo xwedîderketina li vê bîranînê dest bi têkoşîna azadiyê kir, berxwedana şoreşgerî gihand vê astê û ji niha û pê ve jî li ser heman xetê wê bê meşandin.

XETA SERKETINÊ DESTNÎŞAN KIRIN

Eşkere ye ku bilindahî û mezinbûna vê dozê bi şehîdên wê diyar dibe ku di oxira wê de hatine dayin. Şehîdên di wê oxirê de hatine dayin, bûn şahid û nîşaneya mezinbûn û serketina wê dozê. Pêşketinên erênî hemû bi têkoşîna li ser xeta şehîdan, bi pêşengiya şehîdan têne bidestxistin. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê jî tevgereke bi vî rengî ya dîrokî ye, Doza Azadiyê ya Kurdistanê dozeke bi vî rengî ya bilind e. Çavkaniya mezinbûna wê jî bi deh hezaran şehîd e ku ji hevrê Hakî Karer destpê kir û heta niha li Zap, Avaşîn û Metînayê dewam kir. Xeta serketinê ji aliyê şehîdên me yên leheng ve hate diyarkirin, ku bêdudilî li dijî dijminê faşîst-qirker li ser xeta fedaî şer kirin.

ÇAVKANIYA BINGEHÎN A HÊZÊ YE

Şehîdên me hêza herî bingehîn e ku me weke gel û tevgerê perwerde dikin, bi rêxistin dikin, dikin yek û dimeşînin. Dema me ya bihurî, îro û paşeroja me ye. Her tim û li her derê çavkaniya me ya herî bingehîn a hêzê ne. Her tim pêşeng û fermandarên me yên têkoşîna azadiyê ne. Eşkere ye ku di nava pêncî salên dawî de her tiştên bi navê azadiyê bi dest ketin li ser bingeha fedakarî û wêrekiya şehîdên me yên leheng hatin bidestxistin. Dema ku em li ser xeta şehîdan bi rengekî rast dimeşin, em her tim bi ser dikevin. Lewma me timî xwe li ser xeta şehîdan perwerde kir, lêpirsîn kir û li ser vê bingehê timî xwe sererast kir, nû kir. Bi pratîbûn û milîtanbûna rast, em ketin ser xeta serketinê.

TÊKOŞÎN TENÊ BI HILBIJARTINÊ BI SER NAKEVE

Bêguman ev rastî wê ji niha û pê ve jî bi vî rengî be. Weke tevger û gel em ê xwe timî li ser xeta Rêbertî û Şehîdan perwerde bikin û li dijî dijmin li ser vê bingehê şer bikin, serketinên nû û hîn mezintir biafirînin. Ji xwe dijminê faşîst, mêtinger û qirker rêyeke cuda ji me re nahêle. Vaye encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê jî ji me dixwaze ku li dijî siyaset û mejiyê faşîst-qirker bêrawestan û bi rengekî hîn xurt têbikoşin. Destnîşan dike ku têkoşîna li dijî siyaset û mejiyê faşîst-qirker tenê bi hilbijartinê bi ser nakeve, li dijî wê divê bi her rê û rêbazê û bi rengekî timî têkoşîn bê meşandin. Bêguman em ê li gorî vê yekê tevbigerin û ji bo hilweşandina faşîzmê, ji bo şikandina tecrîdê û li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji bo azadkirina Kurdistanê û demokratîkkirina Tirkiyeyê li her qadê em ê berxwedana antî faşîst hîn bi xurtî bi pêş ve bibin.

TÊKOŞÎNA PIRALÎ Û HÎN BI BANDOR

Vaye weke tevger û gel û dostên Kurdan em li ser vê bingehê dest bi meh û roja şehîdan dikin. Şert û merc ji me dixwazin ku li dijî mejî û siyaseta faşîst-qirker têkoşîneke hîn bi bandor û piralî bimeşînin. Ji bo em karibin di têkoşîneke bi vî rengî de bi ser bikevin divê em rastiya Rêbertî û şehîdan ji her demê bêhtir rast fêhm bikin û bi serketî bi cih bînin. Divê em xwe li ser xeta şehîdan û rêbertî hîn bêhtir perwerde bikin, bi rêxistin bikin.

Li ser vê bingehê em bang li hemû hevrêyên partiyê, gelê xwe yê welatparêz, dostên xwe yên demokratîk dikin ku di xeta şehîdan û rêbertî de hîn bêhtir rexnedayina xwe bidin, xwe lêpirsîn bikin, nû bikin û rastiya şehîdên leheng rast fêhm bikin ku bi hevrê Hakî Karer destpê kir û heta hevrê Gulçiya, Hêjar û Dilxwaz dewam kir, çalakiyên fêhmkirinê lidar bixin, serdana şehîdgehan bikin, hîn bi rengekî rast xwedî li rastiya şehîdan derkevin, her tim li ser xeta şehîdan bimeşin, dijminê qirker-faşîst têk bibin, jiyaneke azad a xwe dispêre azadiya jinê li Kurdistanê bi xurtî ava bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li 14 herêmên li Şirnexê qedexe hate ragihandin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev civiyan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev civiyan

Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hev civiyan

Kalkan: Divê her kes li dijî feraseta faşîst têbikoşe

Kalkan: Divê her kes li dijî feraseta faşîst têbikoşe

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.