Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

HPJ’ê şehadeta gerîla Rojînda Xwebûn eşkerê kir

HPJ'ê bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayekê weşand ku di sala 2022'an de di êrîşeke hewayî de birîndar bû û li gel hemû hewldanan jî nekarî bê rizgarkirin û Adara 2023'an şehîd bû.

Edîtor: Çekdar Amed
25/04/2023 - 10:39
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojhilat
Reading Time: 5 mins read
A A
HPJ’ê şehadeta gerîla Rojînda Xwebûn eşkerê kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) nasnameya gerîlayekê ya ku şehîd bû bi raya giştî re parve kir.

Di daxuyaniya HPJ’ê de hate gotin, “Hevrêya me Rojînda Xwebûn dema ku li ser erka xwe bû di encama êrîşek hewayî de ya 22’yê Tebaxê 2022’an birîndar bû. Rûxmê hemû hewldanan di dîroka 28’ê Adarê 2023’an de gihaşt şehadetê. Di serî de em ji malbatê hevrêya xwe ya hêja re û ji tevahiya gelê Kurd û Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em didin diyarkirin ku wek hevreyên Şehîd Rojînda em ê her tim şopdarên wê bin û em ê meşaleya ku hevreya me bi têkoşîna xwe bilind kir ber bi serketinê ve bibin.”

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîd Rojînda Xwebûn bi vî rengî ne:

Nav û Paşnav: Gozel Kadirî
Nasnav: Rojînda Xwebûn
Cih û dîroka Beşdarbûnê: 2014/ URMIYE
Cih û dîroka Şehadetê: 28.03.2023/ ASOS

Têkildarî jiyan û têkoşîna Rojînda Xwebûn de di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Hevrêya me Rojînda di sala 1997’an li Ûrmiyeyê li nava malbateke welatparêz û dilsozê xaka xwe çavên xwe ji dinê re vekir. Heta ku tevlî refên gerîla bû di nêvengekî ku çand, exlaq û dîroka civakê Kurd zindîtiya xwe wenda nekiribû de ma û li ser van rastiyan mezin bû. Her wiha rastiya pergalê zilamsalarî ya ku li ser jiyana jinê û her cure mafên jin dagirkerî û qirkirinê dimeşîne ji nêz ve dît. Bi rengekî şênber dît ku jinên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê him ji ber nasnameyê xwe ya netewe hem jî ji ber nasnameya xwe ya jinê her kêlî bi komkujî re rû bi rû tên. Bi taybetî dema ku ferd, malbat an jî bi giştî gel bi îdeolojiyên dijî pergalê di çarçoveya rastiya civakê de xwe bi rêxistin bike, bi nasnameya xwe ya neteweyî welatpareziya xwe bijî her tim rû bi rûyê êrîşan tê. Dema ku ev îdeolojiya ku di çarçoveya wan rastiyan de rêxistinbûn pêş dixe dibe îdeolojiya Rêber Apo û tevgera azadiyê jî rewş hîn dijwartir dibe. Ji ber em pir baş dizanin ku pergalê desthilatdar-dagirker hemû polîtîkayên xwe yên şerê taybet li hemberî rêxistina me û gelên ku li derdorê vê rêxistinê kom dibin dimeşînin. Hevrêya me Rojînda hîn di temenekî ciwan de ev rastiyan bi hemû sotîneriya xwe hîs kir, fam kir û biryar da li hember pergala desthilatdar-dagirker şer bike. Ev biryara wê, berê wê da çiyayên azad û tevlî refên HPJ û YRK bû.

Hevrêya me Rojînda bi sekna xwe ya li nava jiyanê û bi wateya ku li jiyan bar kiribû her tim ji hevreyên xwe re bû pêşeng. Arezû û armanca wê ya sereke bi fikir û ramanên Rêber Apo jiyankirin û bi bîrdoziya rizgariya jin temsîliyeta şehîdan kirin bû. Ji bo vê jî jiyanê wê ya şoreşgerî ji tevlîbûnê heta roja şehîdbûnê bi têkoşînek dijwar derbas bû. Heval Rojînda di ferqê de bû ku ji bo Kurd xwedî hebûn û nasnameyek be şerekî mezin pêwîst dike, heman demî pir baş di ferqê de bû ku ji bo jin xwedî hebûn û nasnameyek be şerek hîn dijwartir pêwîst dike. Li ser bingeha van zanebûna li hember dijminê dagirkeriya Îran wek jin, wek pêşengeke xeta jin xwedî têkoşîn û şerekî mezin bû. Bi enerjî û wateya ku bi vê têkoşînê ava kir ew ê her tim dil û mejiyê hevreyên xwe ronî bike. Bi hezaran hevreyên Şehîd Rojînda amade ne ku wê bi jiyana xwe nemir bikin û bê rawestan li ser şopên wê bimeşin. Ji bo vî jî em di dawî de dîsa diyar dikin ku heta yek ji me li ser van çiyayên azad bimîne wê heval Rojînda her tim jiyan bike û rêya gelê xwe ronî bike.”

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şoreşa Me Şoreşa Afirandina Hezkirinê Ye

Nivîsa Pêş

Meclisa Ciwanên Kurd li Hesekê panelek li dar xist

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Meclisa Ciwanên Kurd li Hesekê panelek li dar xist

Meclisa Ciwanên Kurd li Hesekê panelek li dar xist

YPG şehîden êrîşa çiyayê Qereçox bi bîr anî

YPG şehîden êrîşa çiyayê Qereçox bi bîr anî

Manşet

  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin
  • Bi Hezaran Li Hamburgê: Çav û Guhên Me Li Ser Rojava Ne
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin
  • Çalakiya Hevgirtinê Ji Bo Rojava Li Wêranşarê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternayonalîst Hatin Dersînorkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.