Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

YPG şehîden êrîşa çiyayê Qereçox bi bîr anî

 Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi wesîleya salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Qereçoxê peyameke nivîskî da.

Edîtor: Nucan Serdoz
25/04/2023 - 23:06
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 5 mins read
A A
YPG şehîden êrîşa çiyayê Qereçox bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Îro salvegera 6’an a êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li dijî çiyayê Qereçoxê yê herêma Dêrikê ya kantona Qamişloyê ye. Navenda Ragihandinê ya YPG’ê bi wesîleya salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser Qereçoxê peyameke nivîskî da. Peyam wiha ye:

“Di 25’ê Nîsana 2017’an de di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser çiyayê Qereçoxê yê bajarê Dêrikê de, 20 fermandar û şervanên me yên YPG û YPJ’ê şehîd bûbûn. Di vê êrişê de Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê û Radyoya Rojava jî hedef hatin girtin. Bi vî awayî xwestin dengê azad ê gelê me asteng bikin. Em hevalên xwe yên di vê êrişê de şehîd bûne, di sala şeşemîn a şehadeta wan de bi minetdarî bi bîr tînin û bejna xwe li hember bîranîna wan ditewînin.

Şoreşa Rojava ji bo gelên herêmê yên bindest, înkarkirî û di nava pencên qirkirinê de ne, bûye hêviyeke mezin. Bi taybetî têkoşîna li dijî barbariya DAIŞ’ê mohra xwe li dîrokê da û lehengiyên mezin afirandin. Serkeftinên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê ne tenê li ser gelên herêmê, li ser hemû gelên cîhanê jî bandoreke mezin avakir. Şoreşa Rojava veguherî qada ku Kurd, Ereb, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û bi hezaran şervanên enternasyonalîst bi hev re lê tê dikoşin. Şerê li van xakan şerê parastina azadî û demokrasiyê li dijî barbariyê bû. Şoreşa Rojava bû deng û birêxistinbûyîna hemû cîhanê ku li vê xakê tu tişt wekî berê nabe.

Di êrişa li dijî çiyayê Qereçoxê de dewleta Tirk bi taybet bi hedefgirtina çapemeniyê armanc kir ku pêşî li dengê şoreşê û heqîqeta şerê dagirkeriyê bigire. Radyoya Rojava ya ku bi weşana xwe li parçeyên Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê rastiya şer bi gelê me re parve dikir, bi taybet hate hedefgirtin. Radyoya Rojava di bûyîna dengê şoreşê de roleke girîng lîst. Dîsa navenda me ya ragihandina YPG’ê li eniyên pêş ên cengê kêlî bi kêlî şer dişopand û berxwedana şervanên YPG û YPJ’ê ji hemû cîhanê re radighand. Hevalên me yên çapemeniyê Heqî, Rêvan û Şîlan ên ku di encama hedefgirtina van her du navendên çapemeniyê de şehîd bûn, di heman demê de rojnamegerên me yên herî çalak bûn.

Hevalê me Heqî ji malbateke welatparêz a bajarê Tirbespiyê mezin bû û di salên destpêkê yên şoreşê de tevlî nava refên têkoşînê bû. Piştî ku di gelek xebatên cûda de cih girt, tev li xebatên ragihandinê bû. Di amadekirina kovara leşkerî ya Parêzvan de kedeke wî ya diyarker çêbû. Her wiha bi rêya Radyoya Rojava jî geşedanên şerê rojane ji raya giştî re radigihandin.

Heval Rêvan jî ji malbateke welatparêz a bajarê Tirbespiyê bû. Di pêvajoyên krîtîk yên şoreşê de tevlî nava refên me bû. Hevalê Rêvan ku di beşa Enformasyonê ya ragihandina YPG’ê de dixebitî, şer dişopand û lehengiya hevrêyên xwe bi raya giştî re parve dikir.

Hevala me Şîlan di temenê xwe yê ciwantiyê de beşdarî nava refên têkoşînê bû. Bi coş û kelecana xwe her tim moral dida derdora xwe. Di kar û xebatên çapemeniyê de, bi taybet jî di danasîna lehengiya jina ku bi şer û şoreşê re xwe nas dike û azad dibe bi riya objektîfa xwe ji jinên cîhanê re ragihand.

Ev êriş di nava gelê me de bû sedema hêrseke mezin û gelê me zêdetir xwedî li têkoşîna azadiyê derket. Li şûna her hevrêyek me yê şehîd, bi hezaran ciwan cihê xwe di nava refên şoreşê de girtin. Mîna Fîraz Dag, ciwanên Kurd yên derveyî welêt berê xwe da Rojava. Ji bo domandina riya Heqî û Şîlanan kedeke mezin raber kirin û li navendên çapemeniyê yên YPG û YPJ’ê de bi awayekî aktîf cihê xwe girtin.

Îro jî têkoşîna me bi saya keda şehîdan bi biryardariyeke mezin didome. Em di sala şeşemîn a şehadeta wan de di serî de şehîdên Qereçoxê, hemû şehîdên xwe yên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe ya şopandina rêya wan, avakirina siberojeke azad dubare dikin.

Wek Navenda Ragihandinê ya YPG’ê em ê di bin her şert û mercî de heqîqeta şer ji gelê xwe û hemû cîhanê re ragihînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Meclisa Ciwanên Kurd li Hesekê panelek li dar xist

Nivîsa Pêş

Besê Hozat: Divê yek deng jî nede vê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Besê Hozat: Divê yek deng jî nede vê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê

Besê Hozat: Divê yek deng jî nede vê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê

Têkeldarî 216 kesan biryara destgîrkirina hate dayin

Têkeldarî 216 kesan biryara destgîrkirina hate dayin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.