Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

YPG: Fermandarê mezin hevrê Fazil ji Botanê heta bi Zagros, Zap, Asos û Rojava, li çar aliyên Kurdistanê bê hesap têkoşiya

Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî fermandar Fazil Botan bi bîr anî.

Edîtor: Nucan Serdoz
30/03/2023 - 12:36
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
YPG: Fermandarê mezin hevrê Fazil ji Botanê heta bi Zagros, Zap, Asos û Rojava, li çar aliyên Kurdistanê bê hesap têkoşiya
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyaniyeke nivîskî fermandar Fazil Botan bi bîr anî. Daxuyanî wiha ye:

 “Em fermandarê neteweyî û efsanewî fermandar Fazil Botan bi rêzdarî û rûmeteke mezin bi bîr tînin û bejna xwe li hember tevahî şehîdên şoreşê ditewînin. Wek Yekîneyên Parastina Gel YPG di serî de ji malbata hêja ya fermandar Fazil re, em sersaxiyê ji gelê Botanê re, ji gelê Rojava û tevahî gelê Kurdistanê re dixwazin. Wek şervanên YPG’ê ku bi saya danehev, fedekarî û keda giranbiha ya fermandarên mîna Diyar Bagok, Gelhat Botan, Nalîn Mûş, Gulan Batman û fermandar Fazil Botan gihan van rojan, em soz didin tevahî şehîdên şoreşê ku heya avakirina siberojên azad û mayînde wê ala tekoşîn û berxwedana wan her li asîmanê welatê me li ba be.

Fermandarê mezin hevrê Fazil ji Botanê heta bi Zagros, Zap, Asos û Rojava, li çar aliyên Kurdistanê bê hesap têkoşiya û fermandariya cengên giran da ser milê xwe. Piştî serpêhatiyeke giranbiha ya lehengiyê di sala 2015’an de, di encama qezayeke bêbext de giran birîndar bû û ji bo dermankirinê derbasî derveyî welat bû. Mixabin ku birîndariya fermandar fazil her çû girantir bû û di encamê de di 22 Hezîrana 2022’an de tevlê karwanên şehîdên Kurdistanê bû.

Keç û xortên herî bedew ên herêma Botanê ji destpêka tekoşîna azadiya Kurdistanê bi awayek aktîf û bi dilwêrekiyeke mezin cihê xwe di nava refên têkoşînê de girtin. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re ciwanên welatparêz ên Botanê û bi sedan ciwanên Bakurê Kurdistanê ji bo parastina şoreşê û xurtkirina yekitiya neteweyî tevlî refên YPG’ê bûn û bi awayekî aktîf rola xwe leyîstin. Li gel vê Tevgera Azadiya Kurdistanê û gerilayên wê bi taybet di şerê me yê li dijî DAIŞ’ê de hem di aliyê şervanan de, hem jî di aliyê rêvebirinê de piştgiriyeke mezin dan şoreşê û fedakariyeke bêhempa raber kirin. Bi vî awayî tecrubeyên mezin bi hêza me ya parastinê dan qezenckirin.

Fermandarê neteweyî hevrê Fazil yek ji wan fermandaran bû ku di demên herî zor û krîtîk ên şoreşê de berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Ji pêngava Til Hemîs û Til Birak bigre hetta şerê Til Temir û Hesekê, her wiha li bajarê Serêkaniyê li beramberî êrişa mezin a DAIŞ’ê bi xwînsarî û hesasiyeteke bilind şervanên YPG-YPJ’ê kordîne kir, bi tarz û taktîkên xuluqkar û bi dilwêrekiyeke mezin tevahî êrişên DAIŞ’ê têk bir. Heger di wan salên dijwar de rêxistina çete ya DAIŞ’ê encama ku dixwest negirtibe, ev bi saya keda hevrê û fermandarên hêja yên mîna fermandar Fazil bû. Yekîneyên Parastina Gel YPG li ser vê mîrateya giranbiha xwe ava kir û karî gelê Rojava, tevahî gelê herêmê ji pergala tarî ya qirker û tecawîzkar a DAIŞ’ê rizgar bike.

Di pêvajoya ku fermandar Fazil li qada Rêbertî, li Rojava ma, ji nêz ve bi şervanên YPG’ê re eleqeder bû. Ji avakirina şervanan bigre heta rêvebirina şerên giran, di hemû kêliyên jiyanê de li gel şervanên xwe bû. Hevrê Fazil bi şêwazê jiyana xwe ya dilnizm, fedakar û bê hesab, di heman demê de bi şêwazê şerê ku rast fermandarî jê re dike û qezenc dike, bû yek ji parêzvan û damezrînerên YPG’ê.

Wek fermandariya Yekîneyên Parastina Gel di serî de hevrê Fazil, em cardin tevahî şehîdên şoreşê bibîrtînin û soza xwe ya serkeftinê nû dikin. Em ti carî ked û fedekariya yek hevrêyên xwe yên şehîd ji bîr nakin. Em ê tekoşîna hevrê Fazil wek tekoşîna xwe bizanibin û li ser şopa wî dawî li qirkirin û dagirkeriyê bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH: Kizildere navê îradeya bêserûber a têkoşîna li dijî faşîzmê ye

Nivîsa Pêş

HPG: Rejîma AKP-MHP’ê êrîşên li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê zêde kiriye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Dagirkeran 15 caran bi topên ji madeyên fosforê gerîla êrîş kir

HPG: Rejîma AKP-MHP'ê êrîşên li ser Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê zêde kiriye

Li Mexmûrê ji bo 4’ê Nisanê perwedeya Tekvando

Li Mexmûrê ji bo 4’ê Nisanê perwedeya Tekvando

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.