Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

​​​​​​​Komxebata MSD`ê li Şehbayê bi dawî bû

Edîtor: Çekdar Amed
09/11/2022 - 22:38
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
​​​​​​​Komxebata MSD`ê li Şehbayê bi dawî bû
ParvekeTweet

ŞEHBA- Li kantona Şehbayê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi dirûşma “Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiye û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re” komxebatek li dar xist.

Siyasetmedarên ji herêma Efrînê, bajarê Helebê û endamên yekitî û saziyên sivîl ên herêmê beşdarî komxebatê bûne.

Di komxebatê de, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî online tev li komxebatê bû û behsa geşedanên dawîn ên ku herêm tê re derbas dibe, armancên dewleta Tirk a dagirker ji belavkirina Heyet Tehrîr El Şam (Cebhet El Nûsra berê) li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî, berjewendiyên hevbeş ên dagirkeriya Tirk û hikumeta Şamê ji nêzîkbûnên dawîn li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Dûre hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Efrînê Esad Menan beşa yekemîn a komxebatê ya bi navnîşan “Rastiya dewleta Tirk û terorîstên HTŞ`ê di aloziya Sûriyê de” bi rêve bir.

Piştre serokê Meclisa Sûriya Pêşerojê şaxê Efrîn-Şehba Mihemed Bêrem beşa din a komxebatê ya binavnîşan “Encamên nêzîkbûna Tirkî-Sûrî û terorîstên HTŞ`ê li ser Sûriyê” bi rêve bir.

Piştî wê endamê Partiya Hevbendiya Demokratîk Lezgîn Kor, beşa sêyemîn a bi navnîşan “Helwesta gelê Sûriyê û civata navneteweyî li hember terorsît HTŞ`ê” bi rêve bir.

Di dawiya komxebatê de, endamê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Mihemed Nebo û endama Yekitiya Rewşenbîran a herêma Efrînê Rûken Şêxo encamnameya komxebatê xwend.

Encamname wiha ye:

“MSD`ê li kantona Şehbayê di 9`ê Mijdarê de li hola Axîn a Çand û Hunerê ya navçeya Fafîn a kantona Şehbayê bi dirûşma “Na ji nêzîkbûna rejîmên Tirkiye û Sûriyê bi terorîstên Heyet Tehrîr El Şam re, belê ji Sûriyeya demokratîk re” komxebatek li dar xist.

Di komxebatê de 3 mijarên bingehîn hatin nîqaşkirin:

Rastiya dewleta Tirk a dagirker û terorîst HTŞ`ê di aloziya Sûriyê de.

Encamên nêzîkbûna Tirkî-Sûrî û terorîstên HTŞ`ê li ser Sûriyê.

Helwesta gelê Sûriyê û civata navneteweyî li hember terorîstên HTŞ`ê.

Di komxebatê de saziyên Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê, nûnerên partiyan, hêzên siyasî, rûspî, rewşenbîr, parêzer, akademîsyen, çalakvanên siyasî yên ji parêgehên Sûriyê beşdar bûn.

Di dawiya komxebatê de beşdaran li ser van xalên li jêr li hev kirin:

Teqezî bi yekitiya axa Sûriyê, rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û tunekirina terorê hat kirin.

Dewleta Tirk dewleteke dagirker e û destekarê sereke ya terorê li Sûriyê ye.

Hemû komên çeteyan li herêmên dagirkirî tu têkiliya wan bi îslamê re tune ye lê belê terorîst in, sûcan pêk tînin ku digihêjin asta sûcên şer.

Bang li rûspiyan û kesayetên nîştimanî yên li herêmên dagirkirî hat kirin ku xwedî li MSD`ê derkevin ji ber ku projeyek heye ku armanca wê çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Em bang li civata navneteweyî, sazî û cîhazên navneteweyî di sêrî de NY, Konseya Ewlehiyê ya têkildarî parastina aştî û ewlehiya navneteweyî dikin ku pabendiyên xwe yên li hemberî dewletên endam li gorî peymana NY bînin cih, biryarên pêwîst li dijî terorê û xilaskirina herêman ji wan bidin.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku piştgiriya diyalogên siyasî yên sûrî-sûrî bike û girîngiyê bide nûnertiya hemû aliyên Sûriyê da ku bigihêjin çareseriyekê li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya bi hejmar 2254 ku rê li pêşiya çareseriyeke siyasî ya giştî vedike.

Em bang li QSD û Koalîsyona Navneteweyî dikin ku hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Em bang li welatparêzên li herêmên dagirkirî dikin ku bibin yek û li hember belavbûna HTŞ`ê bisekinin ji ber ku timayên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne.

Nêzîkbûna tirkî-sûrî, wê bi xwe re çareseriyê neyne ji ber wê divê hikumeta Şamê têkiliyan bi rejîma Tirk re ava neke ku destekê dide HTŞ`ê.

Em bang li xurtkirina diyalogên cidî di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de dikin da ku aloziyê çareser bikin.

Em bang li betalkirina lihevkirina Edene ya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Rêxistinên Hiqûqî yên Navneteweyî derbarê çekên kîmyewî de daxuyanî dan

Nivîsa Pêş

Tîmên Tolhildanê li Wanê çalakî pêk anîn

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Tîmên Tolhildanê li Wanê çalakî pêk anîn

Tîmên Tolhildanê li Wanê çalakî pêk anîn

Pirtûkxaneya gerok a fikr û ramanên Rêber Apo li gundewarên Kobanê ye

Pirtûkxaneya gerok a fikr û ramanên Rêber Apo li gundewarên Kobanê ye

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewleta dagirker gefê li malbatên ku zarokên wan li çiyê ne dixwe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.