Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Rojnameya Serxwebûn a meha Cotmehê derket

Rojnameya Serxwebûnê hejmara xwe ya 490'î ya Cotmehê weşand. Rojname bi manşeta "Hûn kîmyasalê bi kar bînin jî encam wê neguhere, ev gel wê azad bibe" hate weşandin.

Edîtor: Nucan Serdoz
01/11/2022 - 12:59
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Rojnameya Serxwebûn a meha Cotmehê derket
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Hejmara Cotmeyê ya rojnameya Serxwebûnê bi manşeta “Hûn kîmyasalê jî bi kar bînin wê encam neguhere, ev gel wê azad bibe” hate weşandin.

Di hejmara nû de nameyên milîtanên YJA Starê Sara Tolhildan û Rûken Zelal ên ji bo malbat, heval û gelê Kurd nivîsandî hatin weşandin. Herdu milîtanên YJA Starê li navçeya Mezîtlî ya Mersînê li hemberî navenda polîsan çalakiya fedaYî kiribûn.

‘HEDEFA MIN WÊ TI CARÎ MIROVÊN BÊGUNEH NEBE’

Sara Tolhildan di nameya xwe de dibêje, “Bi sekna bi dehan hevrêyên min, gelê min ê leheng û têkoşîna Rêberê me ku fedaiyê herî mezin e, nîşan dide ku ruhê serdemê çawa ye. Ya ku dibe para min jî ew e ku hêjayî van nirxên mezin bibim. Ji bilî vê yekê rêyeke din ji bo xwe nas nakim. Lewma bi dilsoziya bi rastiya şehîdan û bîrdoziya Serok Apo, biryardarî û daxwaza min a ji bo bersivdayinê ji her demê xurtir e.”

Sara Tolhildan di nameya xwe de ya ji bo malbata xwe jî wiha dibêje, “Ez ewladeke we me ku sond xwariye ji bo tola mirovên me yên bêguneh hilînim. Ez ê xwe di mejiyê dijmin de biteqînim. Dixwazim ku hûn jî zanibin; mîna hemû hevrêyên xwe; mirovên bêguneh wê ti carî ne hedefa min be. Lewma baweriya xwe bi polîtîkaya reşkirinê ya dijmin nîne.”

Rûken Zelal jî nameya xwe bi Kurdî amade kir û armanca xwe ya ji çalakiyê ji malbata xwe, hevrêyên xwe, gelê xwe û hezkirin û hurmeta li Rêbertî, dilxwaziya bi azadiyê re anî ziman.

ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3’EMÎN LI DEHAN SALAN BELAV BÛYE

Rojnameyê di hejmara xwe ya nû de cih da nivîsa Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik a bi sernavê “Têkoşîna me ya azadiyê wê di heman demê de paşeroja Rojhilata Navîn diyar bike.” Bayik bal kişand ser rê û rêbazên Şerê Cîhanê yê 3’emîn ku ji rêbazên şerên cîhanê yên 1’emîn û 2’emîn cudatir in û got, “Hêzên sîstemê yên ku hewl didin li qadekê neyên hemberî hev, li qadeke cuda di têkoşîna hêzê de ji bo bi bandor bin şer dikin. Ev hêzên ku li Sûriyeyê bi rengekî neyekser şer dikin, li Ûkraynayê ketine nava şerekî giran. Ji xwe ji ber rê û rêbazên cuda Şerê Cîhanê yê 3’emîn li dehan salan belav bûye.”

‘RÊBER APO XWEST, YA ZEHMET PÊK BÎNE’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Em bi rengê Zîlanî tevlî Rêber Apo bibin, şerê xwe yê azadiyê bi serketinê tacîdar bikin” nirxandineke bi vî rengî kir: “Lêgerîna li çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd zor û zehmet bû. Lê belê ronahiyeke hêviyê jî hebû û Rêber Apo karê zehmet da ber xwe û biryar li ser çûyîna Ewropayê da ku sîstema Ewropayê xist ber lêpirsînê. Ji ber ku zehmet be, her tim bi baldarî û hesas bû. Li hemberî êrîşên gengaz timî bi tedbîr bû. Ev yek rêbaza têkoşînê ya Rêber Apo bû. Lewma li Yewnanistanê dema li astengiya destpêkê rast hat, li şûna vegerê, hîn bêhtir bi pêş ve çû. Çûyîna Rûsyayê komploya 9’ê Cotmehê pûç kir. Pêşî li îmhaya 9’ê Cotmehê girt.”

JINÊN KU BI ŞER BEDEWÎ AFIRANDIN

Hêvî Nûda di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Jinên esîl ên ku bedewî û wate bi şerkirinê afirandin” bi bîr xist ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya 50 salî de bi deh hezaran şehîd hatin dayin û got, “Artêşbûn û rêxistiniya me ya jinê bêhtir bi pêş ket, kûr bû.”

Dilzar Dîlok jî li ser Jîna Emînî nivîsî ku 16’ê Îlonê li Tehranê bi hinceta ku serê xwe baş nenixumandiye hate qetilkirin. Dilzar Dîlok diyar kir ku tiştekî tesadûfî nîne ku Komara Îslamê ya Îranê bi serhildanên ‘Jin, Jiyan, Azadî’ diheje û destnîşan kir ku serhildanên bi berdêlên giran tê kirin, nîşan dide ku daxwaza guhertineke bingehînî ji rejîmê tê kirin.”

POLÎTÎKAYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER LI SER EFRÎNÊ

Bozan Tekîn jî di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Guhertina demografiya Efrînê bi destê dewleta Tirk a mêtinger ve” ji bo Fîlîstîniyên ku dixwazin li Efrînê bi cih bikin nirxandineke bi vî rengî kir: “Bila xwişk û birayên me yên Fîlîstînî zanibin ên ku dixwazin wan li Efrînê bi cih bikin, ji bo ev lîstika dîrokî û neheqî ji holê bê rakirin, hemû hewldan wê bi rengekî fedaî bêne kirin. Di vê mijarê de em ji serketinê bawer dikin. Ji bo têkbirina vê lîstikê divê xwişk û birayên me yên Fîlîstînî jî bikevin nava liv û tevgerê.”

Ciwan Mûrat jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Enqere-Şam” de anî ziman ku Tirkiyeyê gelek sozên da Rûsyayê bi cih neanî, ji ber vê yekê jî heta Tirkiye sozên dane bi cih nîne zehmet e ku têkiliyên Enqere-Şamê asayî bibin.

Andok Çekdar jî bi sernavê “Ciwanên Kurdistanê bi dûrketina ji kapîtalîzmê dikarin azad bibin” destnîşan kir ku ciwan di birêxistinkirina sîstemeke nû ya civakî de dînamîka bingehîn e.

Di hejmara Cotmehê ya Serxwebûnê de her wiha nivîseke bîranînê ya li ser şehîd Dr. Sîrwan jî ji aliyê hevrêyê wî Bîrader ve hate weşandin.

Nivîsên Serxwebûnê li ser lînka serxwebun.info dikarin bêne peyda kirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di serhildanan de taktîkên gel -II

Nivîsa Pêş

4 dagirker hatin ceza kirin, konek hate îmha kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
4 dagirker hatin ceza kirin, konek hate îmha kirin

4 dagirker hatin ceza kirin, konek hate îmha kirin

Li ser destana lehengiyê ya gerîla stranekî nû hate parve kirin

Li ser destana lehengiyê ya gerîla stranekî nû hate parve kirin

Manşet

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.