Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Sorxwîn Cûdî: Berxwedana Kobanê ya netewî DAIŞ bi bin xist

Fermandara YPJ'ê Sorxwîn Cûdî diyar kir ku berxwedana Kobanê ya netewî hîna DAIŞ di gavên wê yên destpêkê de şikand û aliyê manewî de jî lawaz kir.

Edîtor: Nucan Serdoz
01/11/2022 - 0:30
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – 1’ê Mijdarê roja cîhanî ya Kobanê ji bo bîranîna berxwedana leheng a gelê Kurd û hêzên YPG û YPJ’ê yên ku têkoşîna wan bû sedema têkçûna çeteyên DAIŞ’ê ye. Berxwedana Kobanê xwe wekî dîrokekî ji tîpên zêrîn di nava rûpelên mirovahiyê de nivîsand û bandora xwe li hemû cîhanê kir. Cîhan bi Kobanê re berxwedana leheng a têkoşîna azadiya Kurdistanê û şoreşa Rojava nas kir.

Gelê Kurd bi Kobanê re nîşanî tevahî cîhanê da ku bi yekîtiya xwe ya neteweyî û berxwedana xwe ya fedayî li hemberî hemû zehmetî û êrîşan xwedî hêz e. Yek ji kesên ku di vê berxwedana bi heybet de cih girt jî fermandara YPJ’ê Sorxwîn Cûdî ye ku ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî berxwedana Kobanê bû. Derbarê roja cîhanî ya Kobanê de Sorxwîn Cûdî ji ajansa me re axivî.

Sorxwîn diyar kir ku hîna ji destpêka berxwedanê de DAIŞ bi bin ket, ji ber ku di Kobanê de rihê netewî û hestên welatparêziyê xwe ji destpêkê de dan der û vê jî DAIŞ di aliyê manewî de têk bir.

Bi temamî axaftina fermandara Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê Sorxwîn Cûdî bi vê rengî ye;

“Di serî de em roja cîhanî ya Kobanê li Rêberê Rêberan Rêber Apo pîroz dikin. Yê ku ji mirovahiyê re dîsa fikrên azad ava kir û bi pêş xist Rêber Apo ye. Em roja cîhanî ya Kobanê li tevahî têkoşînvan, şervan û gelê bindest ku ji bo azadiyê têkoşîn dikin pîroz dikin.

BERXWEDANA NETEWÎ

Kobanê di dîroka Rojavayê Kurdistanê de girînge, ev girîngiya wê jî bi berxwedana ku hatî meşandin derdikeve pêş. Berxwedana ku di Kobanê de hatî meşandin berxwedanekî netewî bû, ji ber vê jî 1’ê Mijdarê bû roja cîhanî ya Kobanê. Kobanê ji bo tevahî mirovahiyê weke kûpriyekê ye, û bû dergûşa mirovahiyê. Di serxistina şerê Kobanê de rola ciwanan a ji her netewê hebû. Gotina Serokatî ku dibêje “Me bi ciwantî destpêkir, emê bi ciwantî jî serbikevin” xwe di berxwedana Kobanê de da der. Di Kobanê de du xet derketin pêş, xetek jê xeta DAIŞ’ê barbar û xetek jî xeta fedayîtiyê bû.

HESTÊN WELATPARÊZÎ

Di vê berxwedanê de hestên welatparêziyê hem di jin, ciwan û hem jî di tevahî civakê de derket pêş. Li pêşiya herkesî tenê du biryar hebûn, an welatê xwe terk bike û xwe teslîm bike an jî wê bimîne û li berxwe bide. Lê belê piraniya wan riya berxwedan û azadiyê ji xwe re hilbijartin û di wê oxirê de jî şehîd bûn. Mirov dikare bêje Kobanê bi hêsanî nehatî bi dest xistin, Kobanê bi xwînê hatiye şûştin. Kobanê bi pêşengên weke Arîn Mîrkan, Rêvan Kobanê û Egîdan hat bi ser xistin. Herkesî digot ji vê berxwedanê em gav paş de navêjin, gav paş de avêtin îxanet e.

DAIŞ BI BIN KET

Pêvajoya destpêkê ku DAIŞ di Kobanê de şikestî ez bi xwe weke destana Sersûrî bi nav dikim, pêvajoya duyemîn şikandina DAIŞ’ê jî di pêşxistina xeta Rêvanan de bû. Şikandina sêyemîn jî xeta Arîn Mîrkan, Rojhat û Egîdan e. Bi baweriya fikrên azad bi ser dijmin de çûn û xwe teqandin. Di vê demê de DAIŞ bi bin ket. DAIŞ di aliyê manewî de ji zû de li hember berxwedana gelê Kurd û netewên din ve şikest. Di Kobanê de rihê netewî li pêş bû.

LI RUXMÎ DERFETÊN KÊM, LÊ ME ŞER BI SER XIST

Di rizgarkirina Kobanê ji DAIŞ’ê de rola ciwanên Bakur zêde bû, mirov nikare viya înkar bike. Li ruxmî ku wê demê di destê me de ewqas derfet nîn bû, me bi destên vala berê xwe dida tangan, bi bombeyekê em bi ser de diçûn, lê tenê tiştek me hebû ew jî îradeya me ya ji pola bû. Bi vê rihê herkesî berê xwe dida nava vê berxwedanê. Ev rih jî rihê azadiyê ye, ew rihê ku li Kobanê derketî îro li tevahî Kurdistanê belav dibe. Ev rih jî rihê gerîlayên Kurd bû. Mirov dikare bêje têkoşîna 40 salî di Kobanê de bi encam bû. Bi rihê wan şoreşgerên Kurd bû ku îro jî li çiyayên Kurdistanê şer dikin e. Bi rihê Baz Mordeman bû, ku kêlî bi kêlî bê navber di Kobanê de şer kir, Kobanê radestî gelê wê kir û piştre jî berê xwe dayî çiyayên Kurdistanê bû.

HETA NEFESA DAWÎ BERXWEDANÎ

Li çiyayên Kurdistanê jî li hember şerê bê exlaqî, çekên qedexe li berxwe dide. Ev dewleta hêza wî nîne ku were sîng bi sîng şer bike, serî li rêbazên hovane da. Şehîd Baz Mordem çawa di Kobanê de şer kir û DAIŞ bi bin xist, bi eynî rihê li çiyayên Kurdistanê jî şer kir. Heta nefesa xwe ya dawiyê berxwedaniyeke bê hempa da meşandin, dev ji têkoşîna xwe berneda û di çeperên xwe yên şer jî bi vê rengî pêşengtî kir.

DAGIRKER LI BER RIHÊ BAZ MORDEMAN BI BIN KETIYE

Rihê 1’ê Mijdarê rihê Baz Mordema ye. Ev rih binkeftina dewleta Tirk dide nîşan danê. Eger rastî jî Tirkiyê xwe weke dewlet dibîne, wê wisa şer nede meşandin û çekên kîmyawî li dijî ciwanên Kurd bikarneyîne. Hêza wî ya şerkirinê nîne, bi riya teknîka sedsala 21’an û bi riya hevkar û nokeran êrîşî gerîla dike. Ev nêzkatiyê Tirkiyê jî nîşan dide ku li hember rihê Baz Mordem û rêvehevalên wê ve bi binketiye.”

 

 

NC// Baran Mawa 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ger PKK bin bikeve, wê encam bibe îdeala hezar salî ya Hîtler

Nivîsa Pêş

Ji bo bîranîna şehîd Demhat Cizîr

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji bo bîranîna şehîd Demhat Cizîr

Ji bo bîranîna şehîd Demhat Cizîr

Di serhildanan de taktîkên gel -II

Di serhildanan de taktîkên gel -II

Manşet

  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.