Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

21 dagirker hatin ceza kirin

Ji bo tolhildana gerîlayên ku artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî ew şehîd xistibûn, gelek çalakî hatin kirin. Di çalakiyên gerîlayan de 21 dagirker hatin cezakirin, çeperek, kepçeyek, wesayîteke leşkerî û aspîratorek hate îmhakirin.

Edîtor: Nucan Serdoz
28/09/2022 - 17:49
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Sîsê: Ez Dixwazim Weke şehîd Bêrîtan Bibim Gerîla – 1
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şer ev daxuyanî weşand:

“Li hemberî teknîka şer a pêşketî ya artêşa Tirk a dagirker û êrîşên ku bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî dikin, hêzên me bi ruhê fedaî yê Apoyî û îradeya wê li ber xwe bidin. Tîmên me yên gerok û hevalên me yên li tunelên şer li ber xwe didin, ji bo tolhildana hevalên me yên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine şehîdxistin, gelek çalakî kirin.

Di 12 çalakiyan de yên ku tîmên me yên gerok pêşengtî jê re kirine, 21 dagirker hatine cezakirin, çeperek, kepçeyek, wesayîteke leşkerî ya Reo, aspîratorek hatine îmhakirin. Di heman demê de derb li helîkoptereke Skorsky jî hate xistin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 27 caran bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî, 6 caran bi balefirên şer, 52 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obus û tankan bombe kiriye.

Çalakî û êrîşên ku hatine kirin wisa ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

Di 27’ê Îlonê saet 06.00’an de tîmên me yên bi tevger bi taktîka sûîqestê li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Aryen ên Qada Berxwedanê ya Çemço dane û dagirkerek ceza kirin.

27’ê Îlonê di saet 07:00’an de 2 caran bi taktîka sûîqestê li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîda hat xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

27’ê Îlonê di saet 08:00’an de dagirkerên ku xwestin bikevin çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda, bi taktîkên sabotajê li wan hat xistin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de aspiratorek ku ji aliyê dagirkeran ve ji bo gazên jehrî ber bi çeperên şer ve bişînin dihat bikaranîn, hate rûxandin.

Roja 27’ê Îlonê di saet 12:30’î de, dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên Qada Berxwedanê ya Çemço ve bi pêş ve biçin, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li wan dan.

Di 27’ê Îlonê saet 16:30’an de li dijî dagirkerên ku xwestin bi pêş ve biçin û çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîda bomberdûman bikin, bi taktîkên sabotajê li wan hat xistin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Roja 27’ê Îlonê saet 18:40’an, hêzên dagirker ên ku li derdora çeperên şer ên Şehîd Agir ên Qada Berxwedanê ya Sîda xwestin bikevin tevgerê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan.

27’ê Îlonê saet 20.00’an helîkopterên Skorsky ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Sîda leşkeran deynin, ji aliyê hêzên me ve hatin derbkirin. Piştî destwerdana hêzên me, helîkopter neçar man ku ji qadê derkevin.

Roja 27’ê Îlonê saet 20:30’î helîkopterên Skorsky ku xwestin li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê leşkeran deynin, hêzên me bi awayekî bi bandor li wan da û helîkoptereke Skorsky hate derbkirin. Helîkoptera ku lê hat xistin, bêyî ku leşkeran deyne, neçar ma ji herêmê derkeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

27’ê Îlonê saet 10.00’an tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê bi çekên li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê ya Şehîd Derwêş a Xakurkê dan. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin.

Di 27’ê Îlonê saet 10.00’an de dagirkerên ku ji bo dagirkirinê di navbera herêmên Girê Lêlkan û Kevortê yên Xakurkê de xebatên çêkirina rêyan birêve dibirin bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Bi taktîka çekên giran kepçeyek hat îmhakirin. Di heman demê de konvoyeke ji 14 wesayîtan a ku dixwest mudaxeleyî qada çalakiyê bike, li qada Geliyê Reş hate hedefgirtin û bi taktîkên sabotajê hatin derbkirin. Di vê çalakiyê de wesayîta leşkerî ya bi tîpa Reo hate rûxandin, 12 dagirker hatin cezakirin.

Êrîşên ku Artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî kirine;

27’ê Îlonê çeperên şer ên li Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Amediyeyê û çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê Şehîd Adil a girêdayê Çemçoyê, bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatine bombekirin.

27’ê Îlonê çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Sacayê bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî 10 caran hatine bombekirin.

27’ê İlonê artêşa Tirk a dagirker, çeperên şer ên Şehîd Felat ên girêdayî Sîdayê, ji 08.30’an heta bi saet 13.00’î, 11 caran bi çekên kîmyewî bombe kirine.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kirine;

27’ê Îlonê Ava Zê û derdora wê 6 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

27’ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Şehîd Fedakar, Kurojahro, Saca, Şikefta Birîndaran, Girê Cûdî û Girê Amediyeyê 52 caran bi helîkopterên êrîşê hatine bombekirin.

27’ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM û Girê Amediyeyê bi obus û tankan bi dehan caran hatine bombekirin.

27’ê Îlonê drone di ser Qadên Berxwedanê yên Saca, Girê Cûdî û Girê Amediyeyê geriyan.’’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSD’ê yek ji depoya çekan a herî mezin a DAÎŞ’ê desteser kir

Nivîsa Pêş

Jinên ciwan ên Efrînê 2’yemîn konferansa xwe li Şehbayê li darxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên ciwan ên Efrînê 2’yemîn konferansa xwe li Şehbayê li darxistin

Jinên ciwan ên Efrînê 2'yemîn konferansa xwe li Şehbayê li darxistin

ROJEVA 1’Ê ÎLONA 2022’YAN

ROJEVA 29’Ê ÎLONA 2022’YAN

Manşet

  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.